Rachman: Ji dev durûtiyê berdin
Di vê makaleya Gideon Rachman de karîkatorek hatiye belavkirin, di karîkatorê de xelkê Tirkiye li dûv Erdogan tevî çenteyên xwe li ber deriyê kelha Yekitiya Ewropa sekinîne, deriyê kelhê vekiriye, lê li ser bircên kelhê, serokê Fransa Nicholas Sarkozy,serokwezîrê Brîtanya David Cameron û serokwezira Almanya Angela Merkel sekinîne . Li gora Rachman giringiya Tirkiye di axavtina serokwezîrê Brîtanya ya parlementoya Tirkiye de kirî û herweha di axavtinên serokê Amerîka Obama de derdivê hole.
Li gora di nivîsêde hatiye xûyakirin, Tirkiye carcara nêzikî Îranê dibe û pêwendiyên wan li gel Israîlê têkdiçin. Ev herdu xal ne bi dilê Ewropayê ne. Lê di rastiya xwe de siyaseta Ewropa ya çewt di derbarê Tirkiye de, Tirka ber bi Îranê ve dibe û debe sedemek ku, pêwendiyên wan li gel Israîl baş naçin. Vêca demê ku Ewropa li gel Tirkiye bi awayek cidî rûnê û biaxêve hatiye.
Tirkiye bikeve di nav yeketiya Ewropa tiştek başe, lê divê çuyîn hatine xelkê Tirkiye ya Ewropa di serî de ne serbest be. Divê ji bo Tirkiye hinek asteng dernekevin. Qaîdeyên ji bo ketina Yekitiya Ewropa heyîn bila ji bo her welatekî wek hevbin.Vêca deme ku Yekitiya Ewropa rewşa Tirkiye baştir binirxîne.
Rojevakurd