Zikrî Musa nivîsî: Heft xalên sade
Yekem: Niha kolanên Iraqê, bi dijayetîkirina Herêma Kurdistanê ji aliyê şoveniyan ve hatiye pir kirin. Hemû aliyên siyasiyên Iraqê hez ji geşbûn, pêşketin û aramiya Herêma Kurdistanê nakin û lawazkirina Kurdistanê xala hevbeşa wan e.
Dûyem: Welatê me hatiye dabeş kirin û hatiye dagîr kirin. Nabê çaverêya ewe bikîn dagîrker bi lojîkekê dostane, hevseng û dadperwerane muamele li gel dagîrkiriyan ve bike. Ji ber ku her li bingehê da proseya dagîrkeriyê babetekê nedadperwerane û dijminkaraneye.
Sêyem: Eger nakokiya di navbera aliyên siyasiyên Herêmê kûr û agirîn û berfireh jî bê, lê belê her hemûyan jî dozekê rewaya hevbeş heye. Doza rewaya gelê Kurdistanê dozekê siyasî, destûrî, dîrokî, cografî û wicûdî ye.
Çarem: Eger dergehê cîhana derve li ser me da girtî bê, eger dagîrker firt û fêl û înkariyê li dijî me bikarbînin wê demê ji bo rizgarbûn û serkeftinê rêyekê din heye. Dergehê li ser hevdû da vekîn û fêlbaziyê li hevdû nekîn û hevdû înkar nekîn.
Pêncem: Gengeşeyên siyasî yên navxweyî beşeke ji proseya geşbûna siyasî û pêgihiştinê, lê belê bi mercekê ku şaşiyeke stratejîk neteweyî û berjewendiya giştî li ser rûyê hemû gengeşeyan û hêma û armancên hizbî yan hebê.
Şeşem: Eger kêşe û girift her çende mezin jî bin, lê belê ne hêcete ji bo xwe bi destvedanê. Hemû destkeft li nav janê da derbasbûne.
Heftem: Temaşa welatên rojava bikîn. Dewletên xwe ji nava dojehê de derxistine û bi jan, trajediya, nebûnî, birçîtî, taun û ji şewban derbas kirine.
Zikrî Musa