Zikrî Musa: Derfeteke baş ji bo gelê Kurd li Suriyê heye
Zikrî Musa: Piştî neh sal qeyran û şer dîsa derfetekî baş ji bo gelê Kurd li Sûriye li holêdaye
Nivîskar Zikrî Musa di derbarê şerê Suriyê de dide zanîn ku piştî neh sal qeyran û şer dîsa derfetekî baş ji bo gelê Kurd li Sûriye li holê daye ku hîç aliyek serketiyê vê şerê nebûye. Hikûmeta Sûriye li hemû rûyek ve lawaze. Opozîsyona tundrewa Sûriye serkeftineke bi dest ve neaniye. Tirkiye nekariye plana dagîrkerî û guherîna demografiyê bi cîh bike. Sûriye gelek aliyan şepirze kiriye. Da’îş têkşikaye û bereya terorê lawaze. PKK nekarî Kurdistana Sûriye bike qurbanê xwe û bi vê sedemê xwe ji astengiyên navdewletî rizgar bike.
Her wiha Musa dibêje: Kurd cografya û hêz li ber dest da heye û li navendên navdewletiyan jî guh li wan têgirtin.
Berdewamiya babeta xwe de Zikrî Musa dibêje: Niha nêzîkbûn heye li navbera aliyên Kurdî da heye. Eger ewe ser bigrê Kurd dibê yarîkerekî serekiya Sûriye ku têkneçûye û peywendiyeke baş jî li gel hemû aliyek heye. Şîretên Serok Barzanî ji bo aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li dirustbûna vê derfetê de encama xwe hebûye.