Cîhan

Fêlbaztirîn jina sedsala 21 ê

Dr Ruja Ignatova ya Bulgarî ku dahênera OneCoin(borseya diravan) bi fêlbaztirîn kesê sedsalê hate pejirandin.

Dirava OneCoin li sala 2014 an hate damezrandin ku soza wê yekê bi hemwelatiyan da diravên wan li kêmtirîn demê da 3 caran hindê wê kar û qazanc bike.

Dirav karî milyonan kesan qayîl bike li cîhanê da û hezaran kes û kompanya li Kurdistanê têda beşdarî kirin û hêvîdarbûn di demeke kêm de xêrekî bawerpênekirî bi dest bixin.

Lê belê OneCoin neku qazanca nekir belku li sala 2017 an de Dr. Ruja bi tevahî xwe wenda kir û bi çantaya xwe ve ku 200 milyon dolar têda bû û heta niha jî kes nizanê li kû nîştecihe û polîs berdewam li wê digerin li hemû cîhanê da.

Sîstema wê karî nêzîkî 15 milyar dolar kombike û zêdeyê 5 milyon xelkê bixapîne û heta niha jî hezaran beşdarbûyên nû diçine nava sîstema wê.

OneCoin yek ji mînakên li hezaran dirav û sîstema heremiye ku kariye milyonan xelkê bixapîne û sozê bide wan di demeke çend mehî de wan bike milyoner ku tenê xwediyê wê projeyê dibê milyoner û hemû li dawiyê de bê beş dibin.

 

Back to top button