Zelensky: Rûsyayê bisekinînin, yan Putin dê şer berfireh bike!
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dibêje: Dê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dixwaze şerê heyî berfirehtir ş kûrtir bike. Dibe ku ew piştre neyê sekinandin.
Serokê Ukraynayê Zelensky di 80emîn Rûniştina Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî û diyar kir ku şerê li welatê wî “bandorê li gelek kesan dike”, û got ku berpirsiyariya çalakiyê niha dikeve ser milê serokên cîhanê.
Zelensky diyar kir ku, heke Putin neyê rawestandin, ew ê “şer hîn bêtir berfireh û kûrtir bike”, û got, “Dema ku Rûsya vî şerî dimeşîne bêdeng nemînin; ji kerema xwe dengê xwe bilind bikin û şermezar bikin.”
Zelensky diyar kir ku divê kesên ku li Civata Giştî ya NY amade ne berpirsiyariya vegera zarokên revandî bo malên wan, berdana girtiyên şer û vegera rehîneyan bigirin ser xwe.
Zelensky spasiya xwe ji bo piştgiriya Washingtonê anî ziman û got, “Aştî bi me hemûyan ve girêdayî ye,” û got ku civîna wî ya duh bi Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump re baş derbas bû.


