Cîhan
Macron û Şara li Amerikayê civiyan
Serokê Sûriyê û Serokê Fransayê li New Yorkê civiyan, danûstandinên Şam û HSDê yek ji mijarên civînê bûn.
Ehmed Şara û Emmanuel Macron di çarçoveya civînên kolmeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li New Yorkê civiyan.
Di vê derbarê de, Macron da zanîn ku Sûriyê pabendiya xwe bi rûbirûbûna terorê û vegerandina penaberan nû kiriye û ev yek ji xalên bingehîn e li cem Fransayê.
Macron got jî ku divê danûstandinên hikûmeta Sûrî û HSDê bigihin encamên çavrêkirî.
Serokê Fransayê diyar kir ku ew li benda serokê Sûrî ne ku hemû encamderên tawanan siza bike.
Macron hêvî kir ku Sûriyê û Israîlê bighin rêkeftinekê ji bo parastina aramiyê li deverê.


