KulturRojev

Zelaliyek li ser çend peyvên Kurmancî

Bêguman kurdiya kurmancî gelek dewlemend e, berfireh û bi şaxûper e.

Ferhenga ku ev e 19 sal in ez li serê kar dikim, heta niha 80 hezar peyvên sereke yên kurmancî hatine bidestxistin û xebata min li serê berdewam e…

Zeynelabidîn Zinar

Di kurmancî de gelek peyv hene ku ne li gor bingeha xwe têne bilêvkirin, hin ji wan ev in:

. Bih

. Bihnok

. Ceh

. Kehnî

. Kehl

. Kehr

. Mamhoste

. Mih

. Sih

. Xwehr

Û bi sedanê sedan peyvin wisa hene.

Biraderê me Qadir Pola duhî telefonê min kir û pirsa peyvika ”mamoste”yê kir, ka rastiya wê çi ye! Ji ber hindê min jî pêdivî dît ku ez vê gotarê biweşînim:

Ev peyvên ku hatine gotin, tev di piraniya Klasîkên Kurmancî de, herweha di Nûbihara Biçûkan a nemir Ehmedê Xanî de jî hene û çewa ku min ew nivîsîne, wisan hatine bikaranîn:

. Bih:

Navê dara biyê ye. Lê di bilêvkirina Kurdên Kurmanc de tenê BÎ tê gotin.

Tîpa ”H”yê, di bilêvkirinê de jî û di nivîsandinê de jî nayê bilêvkirin.

. Bihnok:

Di kurmancî de BÎNOK û BÎYOK têne gotin. Tîpa ”H”yê, di bilêvkirinê de jî û di nivîsandinê de jî nayê gotin. Bi erebî jê re SUFERCEL, bi tirkî jî AYVA tê gotin.

. Ceh:

Di kurmancî de CE tê gotin. Tîpa ”H”yê, di bilêvkirin û nivîsandinê de nayê gotinin. Bi erebî jê re ŞE´ÎR û bi tirkî jî ARPA tê gotin.

”Savar êmê mêra ye, CE jî êmê hespa ye”-Gotina Pêşiyan

. Kehnî:

Di kurmancî de KANÎ tê gotin. Tîpa ”H”yê, di bilêvkirinê de jî û di nivîsandinê de jî nayê gotin. Bi erebî jê re ´EYN û bi tirkî ÇEŞME tê gotin.

”Kaniya ku te av jê vexwar, keviran navêjê.” G.P

. Kehl:

Di kurmancî de KAL tê gotin.

Tîpa ”H”yê, di bilêvkirin û nivîsandinê de nayê gotin.

Bi erebî jê re ŞEYB û bi tirkî jî YAŞLI tê gotin.

”Xwezî mirin heba, kalbûn neba” û ”Kalî, eyb û arî…” G.P

. Kehr:

Di kurmancî de KAR tê gotin (zarûka bizinê).

Tîpa ”H”yê, di bilêvkirinê de jî û di nivîsandinê de jî nayê gotin.

Gotina, em çûn mala filankleso, camêr bû, KARekê ji me re gurand.

. Mamhoste:

Ev peyv ji cûnê peyvên dupeyvî ye û ji peyva MAM û HOSTEyê hatiye afirandin. Ji bo rêzgirtinê peyva MAMê bi ya HOSTEyê ve hatiye bestekirin.

Lê bilêvkirina wê MAMOSTE tê gotin.

Tîpa ”H”yê, di bilêvkirinê de jî û di nivîsandinê de jî nayê gotin.

Bi erebî jê re MÛ´ELLIM û bi tirkî jî ÖĞRETMEN tê gotin.

Niha li herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê, piraniya kesên ji wirê “mamhoste” dibêjin. Bawer dikim ew jî, ji bo rêzgirtinê ye.

Biner li Çîroka MAMÊ MAMCEL û serpêhatiya HOSTE NECAR…

. Mih:

Di kurmancî de MÎ tê gotin (diya berxê).

Tîpa ”H”yê, di bilêvkirinê de jî û di nivîsandinê de jî nayê gotin.

Bi erebî jê re DDE`N û bi tirkî jî KOYUN tê gotin.

. Sih:

Di kurmancî de SÎ tê gotin (Siya dara biyê xweş e).

Tîpa ”H”yê, di bilêvkirinê de jî û di nivîsandinê de jî nayê gotin.

Bi tirkî jê re GULGE tê gotin.

. Xwehr:

Di kurmancî de XWAR tê gotin (ne rast).

Tîpa ”H”yê, di bilêvkirinê de jî û di nivîsandinê de jî nayê gotin.

Bi tirkî jê re EĞİK tê gotin.

”Mar XWAR li rê diçe, lê rast ji qulê derdikeve- GP.

Di kurmanci de bi gelek peyvên wisa hene, lê tîpek an du tîp ji wan nayên bilêvkirin.

Eynî ev hawe di zimanê gelek neteweyên Arî û ku zimanê wan jî şexeke Hindoewrûpî ye heye.

Divê em zimanê xwe mîna xwendina ”tecwîd”a erebî, zehmet nekir. Da nivşên pêşerojê, rind ji hevûdu fêm bikin.

Bi hêviya lêkolînine berfireh li ser peyvên wisa…

Her şad û bextewer bin…

17/ 01/ 2021

Back to top button