Nivîsar

Jin û jîyan

Jina Kurd bi hîzar û girtî nebun , di nav kar û xebatan de bun. Bêrî û bêrîvanî, bi zilaman re li paleyê û şîn û şahîya bun. Dema şer û pev çunek çê buya dest li ber jinan rane di bu. Jin biçuyana xwînan xwin xweş di bun.

   Feyzî Mirhesen

Jin dayîke,xwîşke,û jîyane,kîjan jin? jina li rojava (Avrupî) jina civaka me kurdan.Di olan û bawerîya de jin,di demoqrasîya de jin û di nava eşîreta me kurdan de jin .Di vir de bi 2 sîstema em pirsgirika jinê bidin dest ê xwe. 1 Bawerîya de jin 2 di sîstema beşerî (mirovan ) de jîn.Di hemu Ol û bawerîyan de mafên jinê û zilam yek di bîne .Ev rêzik heya îslamîyetê hz Mihemed ku mirov dibîne berê keçan bi saxî binerd dikirin .Lê dema îslamîyetê ev yek qedexe bu, lewra jin jîyane û Azade. Lê du re me çewan hemû maf û jîyana mirovatîyê bin pê bu , her wisan jî mafê jinê zêdetir kete xeterê.

Piştê dest hilatdarîya Emewîyan vir de, idî bi navê ‘Dîn’ û Olê jinan di saraya de wek carîyan bin dest kirin .Ev rêzik heya Osmanîyan hat û hêj jî bi navê ser girtin (turban)Terîqetan kor hîştin .Bi navê TC û ‘demoqrasîyê, bi awayek sosret qaşo ‘maf’ didan jinan  di şevek de biryar girtin, ku lixwe kirin û cil û bergên jinan bi guherînin.Zanyarek çewan ku dibêje «  Di ser sala 20 tan de, bi navê dînê ‘îslamê’ 4 jinan bînin pê re bi zewicin, hîzar (çarşev) lê bikin ev yek çiqas guneh û zulme li jinê dikin.

Bi navê ‘demoqrasîyê’ji, ji bona reklama , otomobîlek keçek bejn û bala wê şaxîn û bedew,bi navê ‘manken’tazî dikin û li pêş hîn kesên banker û di bên em ‘zanyarin’diçe û tê. Ew jinên bi navê ‘îslamîyetê’ ji xwe re dikin ‘Carıye çiqas gunehe ev ‘keça’ bê guneh ji bona berjewendîyên qapîtalîzmê jî ewqas guneh û rezalete.

Yek bi navê ‘Dîn’ ê din jî bi navê ‘Demoqrasîyê’ Gelo sîstemek heye ku van kiryarên qirêj ji holê were rakirin?  em hêvî darin. Başe miletên xwedan dewlet bi van sîstemên qirêj li ser ‘jinan’ di meşînin.Lê gelo miletê Kurd bê dewlet û di bin destên 4 nijad û miletan daye, rewşa jinê li vir çewa bu . Ji ber ku bê dewletî  û bawerîya xwe ya ser bixwe de ne bun .Di warên Eşîrtî û civakî de, di hatin bireve birin.

Jina Kurd bi hîzar û girtî nebun , di nav kar û xebatan de bun. Bêrî û bêrîvanî, bi zilaman re li paleyê û şîn û şahîya bun. Dema şer û pev çunek çê buya dest li ber jinan rane di bu. Jin biçuyana xwînan xwin xweş di bun. Heya vê derê   alîkî de  qedr û qîmet didan jinan. Alîyê din destên xort û keçek li destê hev bi keta hev du di kuştin.Ji bona navek nexweş ji bona jinê hatiba gotin gelek cara kuştin talan û gund wêran di bun. Lê li alîye din ew jina muqedes û paye bilind ,zilam ji bona zaroka kurîn  ku tuneba, di ser de di zewîcin.Dêla xwînê de keçek didan alîyê mayîn,jibona ku li hev du werîn. Carnan keça xwe, an jî xwuşka xwe zewicandî buna ji xwe re dikirin berdêlî.

Dema jinek di mala zilam de di zor û tengasîyê de ba, çend rêyên wê he bu ku serî lê bidan. 1-Ewê bigota ‘qedera’ mine, ji bona malbata bavê xwe ezê heya mirinê derbas bikim. 2- Berê xwe bida mala bavê, lê divir de carnan kuştin û belayên giran jî rudidan. 3- An jî ewê dawî li jîyana xwe bi anîya , lewre wek niha sazî û rêxistinek ne bun. Di vir de mebesta min ne piçuk kirina gelê me an jî kesane, rastîya jîyana me û ku ez jî di nav de  jîya me. Lê îro gelê me xwedan Ol û bawerîya xwe ya ser bixwe ye, Ola wî çi dibe bila bibe  di bin Ala Netewîyetê de hatîye bal hev . Yanî cudahîya Ola wî an wê Ramanên wî   li pêşîya sîwana Netewî nebe asteng. Jin û mêr herdu alî ji maf û hev re rêzdar bin.Lewre jin xwedan sazîne,Jin şoreşgerın Sîyasetmedarin û hunermendin.Em hêvî darin vê lehengî û berxwedana jînê nebe  wek desthilat darî ,  çewan ku di Roj hilata Navîn de ,  Zilam dest hilat darin . Rêverbirin , Qiralin, xwedan Koşk û serayin. Van yekana Nîşana  desthilatdarîya  zilamane  . Lê em  jî gihîştin wê firasetê ku  Bi gotinek din  her Lehengek , Serok û Rêberek Kurd û Têkoşerên cîhanê  li ku derî di be bila bibe Dayîka wan jine  . Lê dibê çewan ku jin serbi xwe bin, wisaji dibê zilam jî xwedan mafên xwebin. Herdu alî ne wek li dijberî hev, wek heval bendên hev ji hev re rêz dar bin. Bi hêvîya rojên Azad û hemu Gelê me çi jin û çi zilam ,jiyanek  Azad û wekhevî de  bijîn.

Back to top button