Zekeriya Yapicioglu: Em li dijî xala 4an in CHP di bin maskeya Kemalîzmê de “kenanîzmê” dikin.
Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapiciogluyê ku xwest xala 4emîn a makezagonê bê guherandin wiha got: “Ji bo Sirûda Neteweyî, ala, paytext û Komarê tu pirsgirêka me tuneye. Xala 4emîn piştî sala 1980î ket makeqanûnê. CHP di bin maskeya Kemalîzmê de ‘Kenanîzmê’ dike.”
Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu ji rojnemeya Yenî Şafakê ji Mehmet Guney re axivî û gotinên ku der barê xala 4emîn a destêrê de bi kar anîn parast û CHP bi tundî rexne kir. Yapicioglu, anî ziman ku CHP’ê bi qestî mijarê ber bi cihên din ve dibe û diyar kir ku di mijara Sirûda Neteweyî, ala Tirkiyeyê, paytexta welat û komarê de tu pirsgirêka wan nîne û got ku CHP di bin navê Kemalîzmê de “Kenanîzmê”(Behsa serokê darbeya leşkerî Kenan Evren dike) dike.
Yapicioglu got: “Ev made(madeya 4ê) piştî derbeya 1980’yî di destûrê de cih girt. Di destûrên berê de madeyeke wiha tune. CHP’ê ji derbeya leşkerî ya 27’ê Gulanê re got ‘şoreş’. Wî destnîşan kir ku Destûra Bingehîn a sala 1961ê ku ji hêla darbekaran ve hatî çêkirin, makezagonek pêşverû û azadîxwaz e. Darbeya 12’ê Îlonê weke ‘dij-şoreş’ bi nav kir. Gotara ku Kenan Evren ê ku berê wekî paşverû û faşîst bi nav kiribû, bi xwe nivîsandibû û wekî ‘îradeya damezrîner’ li makezagonê zêde kiribûn. CHP di bin maskeya Kemalîzmê de ‘Kenanîzmê’ dike.”
Yapicioglu berdewamiya axavtina xwe de dibêje: “Tişta ku ew dixwazin Komara bê komar e. Îdia dikin ku mafê rêveberiyê yê wan e. CHP ya sereke kesên ku têne hilbijartin qebûl nake. Me xerîbiya 367 ji bîr nekir. Di dema namzediya yekem a Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan de digotin nebe bibe namzet, hûn nikarin bibin serokomar. Min li her derê got. Ez ê dîsa ji te re bêjim. CHP di fêhmnekirinê de israr dike. Dixwaze me bikişîne ser zemîneke cuda ya nîqaş û polemîkekê. Pirsgirêka me bi al, Sirûda Netewî û Komarê re nîne. Heyva li ser alê sembola Îslamê ye. Çima divê em bi sirûda ku tê de hevoka ‘Ewên ku şehadeta wan bingeha olê ye’ bêzar bikin?
Yapicioglu destnîşan kir ku CHP bi xwe jî ji ber Sirûda Neteweyî bêzar bûye û wiha got:
“Di makeqanûnên ku ji aliyê zîhniyeta CHP’ê ve hatine çêkirin de Sirûda Netewî nîne. Sirûda Neteweyî di sala 1921-an de hate pejirandin, lê di Destûra Bingehîn a 1924-an û Destûra Bingehîn a 1961-an de di derbarê alê de tu bend tune. Bi taybetî di heyama 28ê Sibatê de endamên CHPê di bernameyên xwe de li şûna Sirûda Netewî “Sirûda Salvegera 10emîn” digotin. Wan bang qedexe kirin. Ew kesên ku di hundirê mizgeftan de bi erebî îqamet dixwendin jî girtin û avêtin zîndanê. 6 tîrên ku prensîbên CHP’ê ne, xistine Destûra Bingehîn, soza rakirina wan dane û di sala 1961’an de jî derxistin. Niha jî dixwazin prensîbên xwe wek prensîbên Komarê li ser her kesî ferz bikin.”