Cîhan

Zêdetirî 80 çekdarin DAÎŞê hatin kuştin

Di encama êrîşên balefirên hevpeymaniya de bi sedan çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û gelek çekên giran ji holê hatin rakirin. Fermandeyê Operasyonên Mûsilê, Necm Cibûrî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymanan duh şev di êrişên esmanî yên xwe yên li dijî DAIŞê de, çend binke û navendên leşkerî yên wê rêxistinê li nêzîkî bajarê Mûsilê bombebaran kirin. Necim Cibûrî ji Rûdawê re got: “Balafirên şer ên hevpeymanan di wan êrişên xwe de, çeper û navendên leşkerî yên çekdarên DAIŞê li bajarokên Şingal û Tilefer ên girêdayî parêzgeha Mûsilê û herwiha bajarokê Hewîceyê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin.” Li gor daxuyaniya Cibûrî, di encama wan êrişan de “Zêdetirî 80 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 8 otomobîlên leşkerî yên ji curê Hummer, 9 Dûşka hatin jinavbirin.” Cibûrî herwiha tekez kir: “Herwiha 9 xanî û avahiyên ku çekdarên DAIŞê bi kar dianîn û têde bicîh bibûn, bi temamî hatin rûxandin.” Balafirên şer ên hevpeymanna bi serpireştiya Amerîkayê, bi şêweyekê berdewam çeper û navendên leşekerî yên rêxistina DAIŞê li Iraqê bombebaran dikin. Di encama wan bombebaranan de hay niha bi sedan çekdarên ADIŞê hatine kuştin û gelek çekên giran ên wê rêxistinê jî hatine jinavbirin. 

Back to top button