Polîtîk

Kurdistan û Qeter peywendiyan pêşve dibin

Roja dûşem 20.07.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Xalid Bin Mihemed El Etiye Wezîrê Derveyê Qeter û şandekî li gel kir.  Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Qeter silavên Emîrê Qeterê bi Serok Barzanî gihand û her wiha behsa pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê û azayetiya Pêşmergeyan ya li rûbirûbûna terorîstan kir û rola Serok Barzanî jî li serkirdayetîkirina şerê teror û pêşveçûna Kurdistanê de bilind nirxand. Her wiha spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê jî kir ku li gel wê yekê ku Kurdistan li şer daye û qeyrana aborî jî heye lê belê bûye penageha sedan hezar koçberan ku ji netewe û peyrewên olên cûda cûda pêkhatine.  Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ronahî xiste ser rewşa koçberan û tekez li wê yekê kir ku Kurdistan yarmetîdana koçber û lêqewimiyan de bi erkekî mirovî û nîştîmaniya xwe dizanê û ewê ji dest hatiye ji bo baştirkirina jiyana koçberan kiriye lê belê hejmara koçber û penaberan gelek zêdene û li derveyê şiyanên Herêma Kurdistanê ne.  Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser derketin û geşbûna terorîstan li Iraq û metirsiyên terorê û ragihand ew tawan û dirindeyiya terorîstan li dijî xelk û pêkhatan encam daye li dîrokê de mînakeke wê nebûye. Eve jî xisterû ku terorîstan sûd ji gengeşeya tayîfî û rewşa xerab ya siyasî wergirt û geş bûn. Serokê Herêma Kurdistanê eve jî dûpat kir ku rûbirûbûna terorê pêwîstî bi hewldana hemû aliyan heye û li gel şerê serbazî pêwîste li rûyê siyasî û fikrî û aborî ve jî şerê terorîstan bê kirin. Her wiha eve jî bi Wezîrê Derveyê Qeterê ragihand ku li rûbirûbûna terorîstan da rewşa Iraq û Sûriye bi pêkve hatiye girêdan û pêwîste li Iraq û Sûriye teror bê ji nav birin.  Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Qeterê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn. 

Back to top button