Civak

Serokatiya Kurdistanê: Em bi Pirsûsê re hevxem in

Di derbarê bûyera dilşewat ya Pirsûsê serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ev rûdawa rûreş şermezar kir. Roja dûşem 20.07.2015 kirdarekî terorîstî ya li Navenda Çandî ya Xortan ya li bajaroka Pirsûsa ser bi Riha(Urfa)ya Bakûrê Kurdistanê rû da û bûye sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek hemwelatiyên wê navçeyê. Gelek bi tundî wê kirdara nemirovane û dirindane şermezar dikin. Serxweşiyê li kesukarên şehîdan dikin û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên vê rûdana diltezîn dixwazîn û hevxemiya xwe bi xuşk û birayên xwe yên li Bakûr radigihînîn.Tawana şehîdkirina hemwelatiyan û encamdana kirdara dirindane, nîşana şikesta terorîstane ku dijî hemû bihayekî mirovî û olî ne. ji wê yekê jî bawerîn ku kirdara terorîstî yên bi vî awayî îradeya hemû aliyek bihêztir dike ji bo ji nav birin û têkşikandina terorîstan.Serkeftin ji bo gelê KurdistanêŞikest û serşorî jî ji bo terorîstan û dijminên mirovayetiyêSerokayetiya Herêma Kurdistanê20.07.2015

Back to top button