Zêbarî:Divê PDK xwe biguhere, yan na rewş wê biguhere.
Hoşyar Zêbarî ku ji piştî hilweşandina rêjîma Iraqê di postê wezîrê derve yê Iraqê de ye, herdem di serdan û beşdariyeke berdewam de ye di civînên dewletî yên dûalî û navdewletî di medya cîhanê de liberçavane û kêmtir li Kurdistan û medya Kurdî de derdikeve.
Di vê hevpeyvînê de ligel Rûdawê, behsa kirîza dirustkirina hikûmeta Iraqê dike, herwiha insiyatîfa serokê herêma Kurdistanê bo çareserkirina vê kirîzê, dike. Herwiha bo cara yekem di Rûdawê de, behsa helwêsteke din a serokê Lîbya Mû`amer Qezafî dike, di piştîvanîkirina serxwebûn û yekgirtina Kurdistanê de li pêşberî hemû wezîrên derve yên Ereb de:
Rûdaw: Di medya YNKê de herdem tê gotin ku Kurd nêzîkî Dewleta Yasa ne bo pêkanîna hikûmetê, lê di ragehandina PDKê de herdem pêdagiriyek heye ku pêwîste hikûmeta dahatû hikûmeteke niştimanî ya hevbeş be. Bi rastî helwêsta Kurdan bo hikûmeta dahatû ya Iraqê çiye?
Hoşyar Zêbarî: Niha dû rê bo damezrandina hikûmetê hene. Rêya parlamento ku dadgeha federe biryareke mecbûrî wergirt ku divê rûniştina vekirî bidawî bide û parlamento di hundirê dû hefteyan de bicive û serokê demkî yê parlamento hatiye agahdarkirin ku divê parlamento dest bi karê xwe bike, ji ber domandina rûniştina vekirî karekî ne destûrî ye. Ev rêya han berbi wêya diçe ku dibe li gor jimarê û beşdarbûna li parlamento çareseriyekê bo damezrandina hikûmetê ferz bikin, li gor piraniya dengan. An ger hikûmet jî nebe serokek bo parlamento bê hilbijartin, serokkomar bê destnîşankirin, da ku serokkomar berbijarê serokê civata wezîran teklîf bike bo pêkanîna kabînê. Ev rêyeke. Rêya din, pêşniyareke cenabê serokê herêma Kurdistanê heye ku pêwîste lîsteyên di hilbijartinan de serketine hemû bi hev re bicivin. Lîstên serkeftî heta niha bi hev re neciviyane û danûsitandin herdem dûalî bûne. Niha nêzîka 8 mehan bi ser hilbijartinan re derbas dibin û civîneke bi vî rengî nehatiye kirin. Hikûmeta ku tê pêkanîn jî, gereke hikûmeta şirîkatiya niştimanî be û hemû alî tê de beşdar bin. Civîna yekem li Bexda hat kirin. Pêşniyar li ser dû qonaxane, qonaxa yekem li ser astê pispor û şehrezayên her lîstekê ye ku xalên hevbeş di navbera van pêkhateyan de bibînin. Kaxez û daxwazên her alîkî hene, loma divê tiştekî hevbeş jê bê dirustkirin û xalên nakokiyê û meseleya post û pêgehan bo qonaxa dûyem bên hiştin ku dibe civîna zîrveyê û divê tevahiya serkirdeyan bi hev re rûnin û biryarekê li ser dirustkirina hikûmetê bidin. Pişt re ev herdû rê bi hev re diçin û niha wiha destpê kirine. Ger ev herdû rê bigihn hev, hevkariya hevdû dikin ji ber ne cuda ne.
Amerîka ligel kîjan rêyê ye?
Hoşyar Zêbarî: Amerîka ligel herdû rêyane. Raya wan wiha ye ku êdî nayê pejirandin hikûmet nebe, ji ber girêdanên wan jî hene, loma li gor wan başe di demeke herî kurt de hikûmet bê dirustkirin. Ji alîkî din piştîvaniya pêşniyarê jî dike. Koşka Sipî daxwiyaniyek da ku ew piştîvaniya insyatîfa serokê herêmê dikin, herwiha NY û Misr jî pêşwaziya wê kirin. Ev belgeye ku insyatîf pêngaveke serkeftî bû, bingeha bihêzbûna wê jî ewe ku cenabê serok çavê xwe neberdaye tu postekê û di vê pirsê de ne alî ye, herwiha insyatîfeke Iraqî ye û ji derve nehatiye.
Yanî ev ne acendaya Amerîka ye?
Hoşyar Zêbarî: Na, berevajî vêya xala bihêz a insyatîfê ewe ku min li jor got. Enqere, Tehran, Şam, Qahîre, Emman û Riyaz jî heta cihekî, rawestgehên serkirdên siyasî yên Iraqê bûn ne Bexda. Lê ev insyatîf ji hundirê Iraqê hatiye û ji aliyê serkirdekî ve ku berjewendiyên wî yên taybet nînin û ne beşeke ji milmilana postan. Herwiha tê piştîvanîkirin çi li ser astê Iraqê be û çi jî li ser astê herêmî yê navçê be. Lê gelo hikûmet kengî tê dirustkirin, bi rastî zehmete pêşbîniya vêya bê kirin, lê bawer dikim niha qonaxa dana biryarê derbarê hemû lîsteyan destpê kiriye.
YNKê ligel vê insyatîfê ye?
Hoşyar Zêbarî: Erê. Fûad Masûm ku nûnerê YNKê ye bi xwe jî li civînê amade bû.
Carna tê gotin ku Amerîka dixwest bi rêya Tirkiyê guşaran bike da ku îtîlafa Elawî tevî hikûmetê bibe, loma heye ev insyatîf hinekî Amerîkî û hinekî Tirkî be, ji bilî ku qenaheta serokê herêma Kurdistanê bi xwe ye jî?
Hoşyar Zêbarî: Tu insyatîfeke Amerîka tune, raste hewl daye û ligel hemû aliyan axifiye û tu alî li ser yê din re negirtiye, lê insyatîfeke wê nebû. Amerîka piştîvaniya insyatîfa cenabê serok dike ji ber insyatîfa wê nebû. Insyatîf hevkariya çareserkirinê dide.
Em dikarin bêjin Amerîka ne ligel wê yekê ye ku Kurd û Şî`e bi tenê hikûmetê pêk bînin?
Hoşyar Zêbarî: Hinek xalên bingehînî hene. Her hikûmetek li Iraqê bê dirustkirin, divê hersê pêkhateyên serekî tê de beşdar bin, ji ber ger wiha nebe dengdan û demokrasiyet bê wate dibin. Loma çi Amerîka yan welatên derdorê pêdagiriyê li ser vê xalê dikin. Ji xwe girêk di vir bi xwe de ye.
Û lîstika demokrasiyet û mafê dengder û aliyên piranî û kêmaniyê?
Hoşyar Zêbarî: Rewşa Iraqê vê yekê qebûl nake. Tu kes bê lihevkirin nikare hukimê Iraqê bike.
Heta kengî?
Hoşyar Zêbarî: Heta ev millet bigihe astekî wiha ji têgihiştin û demokrasiyê ku opozîsyon hebe û htd. Aliyê serkeftî her tiştî li Iraqê ji xwe re bibe, nabe. Herwiha li welatên zêde demokratîk jî post û pileyan didin kesekî ku ji partiyeke dine. Yanî, yekem divê Iraq bi tifaqî bê hukmkirin û dûyem her hikûmetek lê bê avakirin divê hersê pêkhateyên serekî lixwe bigre. Sêyem, dibe ku serokwezîrê hikûmeta bê Şî`e be.
Berî bên kirin, te got ev hilbijartin ne yên gelê Iraqê ye, lê yên welatên herêmê ye..
Hoşyar Zêbarî: Ne wiha bû? Wiha derneket?
Yanî her hikûmeteke bê dirustkirin, em dikarin bêjin hikûmeta welatên herêmî ye?
Hoşyar Zêbarî: Ger hikûmet yek alî bû, hikûmeta hevbeş a niştimanî nebû wê demê em dikarin bêjin erê hikûmeteke herêmî ye û ne Iraqî ye. Lê ger li ser bingeha beşdarîkirina hersê pêkhateyan bê dirustkirin, êdî hikûmeteke Iraqî ye. Insyatîf jî pêdagiriyê li ser vê xalê dike.
Gelek caran behsa wêya tê kirin ku ger Iraqiye beşdar bibe, derfeta Kurdan a bidestveanîna postê serokkomar kêmtir dibe û wê zerer bigihe gelê Kurd?
Hoşyar Zêbarî: Ger tu rastiyê dixwazî divê Iraqiye beşdar bibe. Ger beşdar nebe wê pirsgirêk derkevin û tundûtûjî zêdetir bibe.
Kurd çi bi destdixin ji vê beşdarbûnê?
Hoşyar Zêbarî: Pêgeha Kurdan niha pir bihêze. Niha em bûne yekalîker û kilît di destê me de ne, em piştîvaniya kîjan alî bikin, wê biser bikeve. Ger em bixwazin herin cem Malikî, di dû rojan de wê hikûmet bê ragehandin. An ger em piştîvaniya Iraqiye bikin wê bi beşdariya civata bilind sibe hikûmetê pêk bînin. Loma beşê me her parastî ye.
Mam Celal bo rojnameyekê ragehandiye ku Malikî hemû daxwazên Kurdan qebûl kirine?
Hoşyar Zêbarî: Piraniya wan a herî zêde qebûl kiriye, lê hinek daxwazên me mane ku hê qebûl nekirine.
Wek çi?
Hoşyar Zêbarî: Wek mînak niha li welatekî Ewrûpî jî gava dû partî hevbendiyê dikin, dibin şirîkên hev ên desthilatê. Ger alîk vekişiya yê din nikare hukim bike. Ev yek ji daxwazên me ye ku hê qebûl nekirine û dibên bila bi formeke din be. Lê Dewleta Yasa ji hemû yên din zêdetir ji me hatine pêş.
Ji Lîsta Iraqiye jî zêdetir?
Hoşyar Zêbarî: Ji hemuyan. Lê êdî di siyaset û hevbendiyan de meseleya garantiyê tiştekî girînge. Lê li gor min di siyasetê de garantî nînin. Garantî yekîtiya refên te û giraniya hêz û tevger û rola te ye.
Tecrûbeya te ligel Elawî û Malikî jî heye, bi baweriya te kîjan wan bo Kurdan baştire?
Hoşyar Zêbarî: Divê em rastbîn bin. Em bixwazin an nexwazin Şî`e piranî ne li parlamentoyê. Ger tu beşdar bî di hikûmetê de, divê ligel hikûmetekê be ku îmkana berdewambûna wê hebe. Bê guman divê Sunî jî di vê hikûmetê de beşdar bin, lê girîng ewe kê ji daxwazên me nêzîktire û eve pîvan.
Di nav raya giştî ya gelê Kurdistanê de gilî zêde ne û li gor wan hikûmeta Malikî ne ya Kurdan bû, ji ber tevî ku Malikî herdem behsa wê yekê dikir ku bicînekirina maddeya 140ê ne xeletiya wî bû û diviyabû desteya serokayetiya komarê sînorê îdarî yê parêzgehan biguhere, lê xelk dizanin ku di hundirê 4 salên serokayetiya wî de ne asayîkirin bicî heat û ne serjimêrî hat kirin û ne jî maddeya 140 cîbicîh bû?
Hoşyar Zêbarî: Xemsariyeke zêde hat kirin. Hikûmeta navendî û hikûmeta herêma Kurdistanê xemsariya xwe nîşan dan. Nûnerên Kurd li Bexda kirin, hinek kar hene divê hemû tê de başdar bin, ev ne tenê karê çend nûnerekî yan lîjneya bilind a maddeya 140ê ye. Ev karekî niştimanî ye û divê hemû alî bi hev re hewl bidin.
Diviyabû hikûmeta herêma Kurdistanê çi bikira?
Hoşyar Zêbarî: Hikûmeta herêma Kurdistanê dikarîbû rolekê bilîze di asayîkirina rewşa van navçeyan û hevkariya wan û girîngîdana rewşa jiyana wan.
Lê gava dibên serokayetiya komarê nekarî biryarê bide ji ber cîgirên wî mafê veto hebûn?
Hoşyar Zêbarî: Xwezaya desthilatê bi xwe wiha bû, sê serokkomar hebûn. Her yek ji van xwedî mafê vetoyê bû, xwiyaye di qonaxa dahatû de bi vî hawî nabe û tenî serokkomarek dibe, lê desthilatên wê kêmtir dibin. Hê gelek arîşe mane nehatine çareserkirin. Hemû hêviya me ev destûrê hanê ye ku hê bi tevahî nehatiye çespandin.
Pêdagiriya Kurdan li ser wêya ye ku Mam Celal bibe serokkomar, li gor te vê carê ku serokkomarekî Iraqê Kurd be û dûyên din yek Sunî û yek Şî`e dibe, ev bo Kurdan tiştekî baş dibe?
Hoşyar Zêbarî: Pir behsa vê mijarê tê kirin ka gelo serokkomar Kurd dibe yan alîkî din. Hê helwêsta me ewe ku em pêdagir in li ser kandîdkirina Mam Celal bo serokkomariyê, ji ber gelek sedeman wek, metirsî heye ku ev pêngava yekem be bo wergirtina hemû mafên ku gelê Kurd bidest xistine yek li dû yekê. Nabe ev hest bê dirustkirin ku mafê Kurdan nîne bibin serokkomar an wezîr. Ev destûr li ser bingeha hevwelatîbûna wekhev hatiye danîn ku hemû xelkê Iraqê wekhev in. Loma divê em agahdar bin û dest ji mafên xwe bernedin.
Destûra Iraqê bo hemû Iraqiyan hatiye nivîsandin bi awayekî ku di qazanca hemû pêkhateyên Iraqê de be, lê niha li vî destûrî tê mêzandin ku bi tenê di berjewendiya Kurdan de hatiye nivîsandin, wek mînak maddey 140ê tenê ne taybete bi Kerkûkê, lê hinek parêzgehên din ên naverast û başûr jî lixwe digre….
Hoşyar Zêbarî: Divê xebateke zêde bê kirin da ev destûr bê çespandin. Ev nabe ku bi kêfa xwe vê made qebûl dikim û ya din nakim. Destûr, destûre. Loma divê di qonaxa bê de dema destûr bê sererastkirin, xalên cihê nakokiyê bên yekalîkirin.
Şêwirmendekî Mam Celal nivîsandibû ku Joe Biden di serdana xwe ya bo Iraqê de pêşniyar kiribû Mam Celal bibe nûnerê Iraqê û li welatan bigere û di dewsa wî de kesekî Sunî bibe serokkomarê Iraqê, gelo hê ev pêşniyar li holê ye?
Hoşyar Zêbarî: Çavê gelek kesan li vê postê ye. Lîsta Iraqiye û Erebên Sunnî bi awayekî eşkere daxwaza wê dikin. Lê helwêsta me yekgirtî ye.
Meseleya Wezareta Derve ku ev çend sal bûn di destê Kurdan de bû, niha di nav daxwazên Kurdan de zêde nayê beloqkirin. Bi ser de jî dihat gotin ku dibe Kurd daxwaza vê wezaretê nekin. Lê li gor gelek kesan ger Wezareta Derve ne di destê Kurdan de bûna, hebû li ser astê herêmî gelek planên metirsîdar dijî gelê Kurd bihata danîn wek çawa bi rêya Wezareta Navxwe hinek rêketinên nehênî ligel Tirkiyê di serdemê Îbrahîm Ceferî de hatibûn kirin. Ev wezaret zêde girînge, ji ber çi Kurd pêdagiriyê li ser nakin?
Hoşyar Zêbarî: Niha şer ne li ser vêyaye, lê li ser sê postên dine. Hê em nehatine ser dabeşkirina wezaretan.
Lê Kurd niha dibên em wezareta petrolê yan darayî dixwazin?
Hoşyar Zêbarî: Her tişt ne bi destê me ye. Kê dibê Şî`e amade ne wezareta petrolê bidin me, nemaze ku çavkaniya tevahiya dahata Iraqê ye. Em hê nehatine ser vê gotûbêjê, lê bê guman ji ber ku helwêsta me bihêz û yekgirtî ye emê beşa xwe ya wezaretên girîng jî bibin. Wezareta Derve jî ne ku ji ber ku li wir wezîr im, lê bê guman wezareteke zêde girînge û têkiliya wê zêde ye ligel herêma Kurdistanê. Meseleya Kurdan û herêmê, meseleya serweriyê ye, yanî wezaretên ku bi serweriyê ve têkildar in bo derve Wezareta Derve ye û bo hundir jî Wezareta Navxwe ye.
Te got dibe serokayetiya komarê pêngava yekem be bo standina hemû mafên ku Kurdan bidestev anîne, hefteya borî jî dema rawêjkarê ewlekariya neteweyî hatibû cem serokê herêma Kurdistanê, di daxwiyaniyeke serokayetiya herêmê de wiha hatiye nîşandan ku Barack Obama soz dide destkeftên gelê Kurd parastî bin û Kurdistanê biparêze, gelo gefeke ewqasî mezin li ser Kurdistanê heye wek ku em li ser keviya 1975eke din bin?
Hoşyar Zêbarî: Na, rewş guheriye. Roleke me ya mezin hebû, nemaze li ser astê navçê ku vê metirsiyê kêm bikin. Kurd ne cudaxwaz in û pirsgirêkan dirust nakin û kêfa wan ji şer û aloziyan re nayê. Hê rewşa Iraqê bi tevahî nehatiye çespandin, hê dewleta Iraqê ne dewleteke xwezayî ye û diguhere. Welatên derdorê jî mezin û pir bihêzin, Kurdan li vê navçê ev tecrûbeya xwe bi piştîvaniyua derve çê kiriye, herdem ev metirsî heye ku aliyek tecrûbeya me wek xeterekê li ser xwe bibîne yan guherînên Iraqê ne baş bibîne û bixwaze rewşê vegerîne wek berê. Lewra pêdiviya Kurdan herdem bi dilniyabûn û bi girêdana îdareya Amerîka heye. Ev îdare jî dibêje em bi parastina ewlekariya herêmê girêdayî ne û li gor min ev tiştekî başe.
Wek Wezîrê Derve yê Iraqê ku te li gelek welatan tevî çendîn civînên navdewletî bi navê Iraqê kir, te hest kir ku ev dewlet ne dewleteke Erebî ye û Iraqeke cuda ye wek ku di destûrê de hatiye pênasekirin?
Hoşyar Zêbarî: Iraq navê navçeyeke cografîke ne neteweyî, yanî ne tenê Ereb lê hene. Iraq nûnertiya tu neteweyekê nake, lê bê guman piraniya xelkê Iraqê Ereb in. Iraq yek ji damezrênerên Komkara Erebî ye û herdem di mijarên taybet bi Ereban de, xwedî helwêst bûye. Bi ser de jî hevrikiyeke tund hebû di navbera Iraq û Misrê de li ser rêbertîkirina cîhana Erebî, loma rola van dewletan li Iraqê girînge.
Wek Kurdekî li Wezareta Derve ya Iraqê haya we baş ji hevkêşên navdewletî heye, tu hest dike atmosfêrek bê holê çi bi rêya faktorê derbasbûna Ewrûpa be ji ber netewê, yan bûna me wek cîranê YE bi rêya endambûna Tirkiyê, yan jî ji ber zêdebûna berjewendiyên rojava li vê navçê, zemîna wêya bê holê ku dewleteke Kurdî bê sazkirin?
Hoşyar Zêbarî: Mafê çarenûsê mafekî rewa yê hemû gelane û di destûra NY de heye. Vê carê dema em li zîrveya welatên Erebî bûn li Lîbya rûniştineke wezîrên derve hebû. Qezafî hat hundir û projeyekî wî hebû bo vejandina Komkara Erebî û yekkirina welatên Erebî û guherandina navê komkarê, zêde behsa wêya kir ku divê em wek YE bin û wek Tirkiyê bin û bi kêmanî wek Îranê bin û xelk rêza me bigre, got hêz û perên me ji yên wan zêdetirin, lê ew îradeya me tune û got jî dema vê yekê dibêm nayê wateya ku gelên me yên din nînin û mafê wan nînin, û got neteweya Kurd jî heye ku neteweyeke mezine û cîrana me ye, mafê wan jî yê yekbûn û serxwebûnê heye. Diyare ez wek wezîrê derve yê Iraqê li wir im û nikarim zêde behsa vê mijarê bikim, gava Qezafî axaftina xwe xilas kir, dora min bû wek serokê civînê baxifim. Min bixêrhatina wî kir, lê bê behskirina wêya ku em di wê lîjnê de ne û karekî baş hatiye kirin û pişt re kesên din bixêrhatina wî kirin û axifîn, tu kes li ser axaftina wî ya li ser neteweya Kurd komênt nekir, dora Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mûalîm hat, ku ew jî dostekî me ye, got têbîniyên me nînin li ser tiştên te behsa wan kir, lê em ne ligel dirustkirina dewleteke Kurdî ne. Qezafî bersiva wî da û got başe hun Beisî ne, slogana Beisê jî eşkere ye ku dibêje `yekîtî-azadî-sosyalîzim` azadî li cem we azadiya mirove yan milletan, ger hun li vêya mikur neyên wate hun ligel bîrûbaweriyên xwe ne rast in. Min jî di wê demê bi xurtî jê re li çepikan da. Amadebûyan dest bi ken kirin. Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mûalîm ku li tenişt min rûniştibû got, ha te xwe eşkere kir? Min got ez her evim lê we xwe hetikand. Birader behsa dewleta Kurdî li Iraq an li Sûriyê nake, lê behsa mafê gelekî dike ku di destûra NY de heye û di tevahiy peymanên cîhanê de heye.
Te ji Amerîkî yan yên din tu caran tiştekî wiha bihîstiye gelo?
Hoşyar Zêbarî: Dirûşma federaliyetê ku me hildaye baştirîn dirûşme û bi encame. Binere kesên ku slogana serxwebûnê hildidan çi hat serê wan. Berê xwe bide tecrûbeya Herêma Kurdistanê li gor parçên din ên Kurdistanê, niha bûye wek qibleya hemû Kurdan. Ji ber xelk fam dike û dipejirîne. Rewşa Kurdan jî ne wek rewşa gelên dinê ye, wek mînak ne wek Başûrê Sûdanê ye ku dibe di vê referandûma ku biryar e bê kirin, cuda bibe. Rewşa me ne bi vî rengî ye, ceo-polîtîka me cuda ye û dijwartire, loma slogana federaliyet û demokirasiyê di çarçoveya Iraqeke federe tiştekî başe û me sûd jê wergirtiye.
Tu endamê polîtburoya PDKê yî û di kongrên borî yên PDKê de rola te hebû, te tecrûbeyên gelek dewletan dîtiye ku hemû ji hizb pêk hatine, ev kongira PDKê jî cara pêşî te rgehand ku slogana wê nûbûn, edalet û bihev re jiyane. Bi baweriya te, PDKê çawa dikare nû bibe?
Hoşyar Zêbarî: Divê nû bibe û xwe biguhere, yan na rewş wê biguhere. Her partyek, dezgehek û dewletek xwe neguhere û xwe ligel bûyerên cîhanê neguncîne, bûyer diguherin. Ev rastiyeke jiyanê ye û semyana vê heyamê ye. Lewra divê hêz û partiya herî pêşkeftî li cîhanê li xwe vegere. Barak Obama ku ewqas cemawerên wî hebûn, hê nebûye dû sal cemawerên wî kêm bûne ku slogana wî guherîn jî bû. Xwenûkirin karekî erênî ye û divê êdî bi awayekî berfirehtir berê xwe bidin karê hizbî. PDKê partiyeke dîrokî ye, lê di vê heyamê de, bi vî awayê reftarkirinê û bi vê peyrewê û bi van şan û rêxistinên nehênî birêve naçe. Divê heykeliyet biguhere û bernama xwe jî biguherîne û armancên xwe ji niha şûnde destnîşan bike. Armanca berê parastina gel bû, niha ev qonax derbas bû û tevahiya dinyayê gelê Kurd nas dike. Parastina gelê Kurd ji neyaran bû ku êdî gef kêm dibin li gor demên berê ku hebûna gelê Kurd dihat înkarkirin. Niha şer li ser sandoqên dengdanê ye, li Iraqê jî wiha ye. Lewra divê PDKê xwe biguncîne û bizane çawa bernamê deyne û pirsgirêkên gel çareser bike û çawa mînakeke baştir pêşkêş bike ku niha rikeberî jî heye. Ev kongire pir girînge û divê her dilsozekî gelê Kurd, PDKê û Barzanî raya xwe bide, ji ber biryarek heye ku peyrew û bername bên belavkirina da gotûbêj li ser bên kirin û xelk hemû tê de beşdar bin.
Wek te bi xwe got, niha ne sala 1992 e ku carekê hilbijartin hat kirin û heta 15 salan nehat dûbarekirin, niha opozîsyon heye û rê nade hilbijartinan paşbixe, bo vê kongrê we çi armanc daniye ber xwe. Felekedîn Kakeyî carekê got pêşniyara min armanca vê kongrê navçeyên cihê nakokiyê be, li gor te divê armanc çibe?
Hoşyar Zêbarî: Dirûşma me di kongrê 11an de aştî, azadî û demokrasî bû, niha ger em lê vegerin, aştî pêk hat, piştî tecrûbeyeke tehl ji şerê xwînavî yê navxwe. Herwiha azadî ji ber wê demê em ditirsiyan gelo kengî ji me distînin û kengî herêm dijî-firînê namîne û kengî firokeyên wan difirin û ditirsin û dawî lê tînin. Herwiha azadiya xelk û medya û azadiya trafîkê pêwîst bûn. Demokrasî jî bicîhat û gelek caran hilbijartin hatin kirin. Ne şerte jî hemû dirûşmên mirov sedî sedî bên cîbicîkirin, lê dibin armancên mirov ên serekî. Pirsgirêkeka me heye di pêkhateya vî partiyê de ku ligel rewşa îro nagunce. Niha bi 21 yan 31 endamên komîteya me ya navendî em nikarin kar bikin. Divê bê berfirehtirkirin, ji ber berpirsiyarî zêde bûne. Li Xaneqîn û Celewla gelê me heye heta Şingal li ser sînorê Sûriyê. Mebest ji edaletê jî hukimê yasaye, yanî divê yasa serwer be, ji ber di vê xalê de xelk li derve giliyan ji me dikin. Ger berê xwe bidinê ew rexneyan li tecrûbeya herêma Kurdistanê digrin, di mijarên wek mafên mirovan û azadiya rojnamevaniyê û mafê kêmjimaran. Derbarê navçeyên veqetandî, li gor min jî ev pirseke serekî û bingehînî ye.
Berê te daxwaz kiribû li kongreya PDKê rikeberiyên nesaxlem neyên kirin, hûn bawer dikin rikeberiyeke wiha hebe?
Hoşyar Zêbarî: Eva pir normal û asayî ye ku li hemû kongre û li hemû welatekî rikeberî hebe. Li Partiya Karkerên Brîtanya jî du bira rikaberiya hevdu dikirin, yanî piropagendeya partiyan tiştek normal e, yanî ez dikarin ji xwe re piropagenda bikim ku min çi kiriye, lê nikarim bêjim filan kes ev kar kiriye yan nekiriye û tu tişt nizane. Yanî dikarî bas ji xwe bikî, lê xelkê din neşkîne.
Bawer dikî tiştên han biqewim?
Hoşyar Zêbarî: eva pêşdîtin e, lê bi nêrîna min ger bigîje vê astê, îdî yekîtiya PDKê têk diçe. Diviya em haydar bin, ji ber ku yek ji armancên neyaran ev nakokî bixe nava ezmûna me, li nava PDK û YNK yan nava PDK bi tenê be, yan di navbera YNK û Bizava Goran de be.
(Rudaw)