Enqere û Şamê li ser "Vegera bo malê" li hev kir

Rêkeftina der heqê veguhastina girtiyan de ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, li Parlamentoya Tirkiyeyê hate pesendkirin.

Gava yekê ya “Projeya ‘Vegera bo malê’ ya ku ji aliyê Tirkiye û Sûriyeyê ve bi armanca jinavbirina PKKê hatiye amadekirin, hate avêtin.

Rêkeftina ku her du welatan li Nîsana 2009ê îmze kiriye û tê de qala veguhastina girtiyan tê kirin, pêr li Parlamentoya Tirkiyeyê hate pesendkirin û bû yasa.

Li gor nûçeya ku di medyaya  Tirkiyeyê de hatiye belavkirin,  PKKyiyên sûrî yên li zîndanên Tirkiyeyê dikarin herin welatê xwe, cezayê mayî yên ku li wan hatiye birîn dê li wir temam bikin.
Sûriye dikare bi rêya efûya giştî an taybet, cezayê wan kêm bike.

Xalên sereke yên vê rêkeftinê ev in:

– Herdu alî dikarin ji bo bicihanîna cezayê ku li ser wan hatiye sepandin, girtiyan veguhezin hevûdu.

– Her du welat jî dikarin daxwaza veguhastinê bikin

– Eger ceza hatibe birîn, girtî bi kêmtir salek di zîndanê de mabe û tawanên wî li gor hiqûqa dewleta din jî tawan be, herdu welat li hev kiribin, veguhastin dê pêk were.

-Berdewamiya înfazê dê bikeve çarçoveya hiqûqa navxwe ya welatê din.

-Her du dewlet dikarin li gor yasa û rêrûrêzikên xwe efûya giştî an taybet derxe an jî cezayê ku hatiye birîn, kêm bike.

-Cezayên ku berî û piştî bicihanîna vê rêkeftinê hatine birîn jî dê bikevin çarçoveya vê rêkeftinê.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li meha cotmeha borî bi serdaneke yek rojî çûbû Sûriyeyê û digel serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad civiyabû. Esad di civînê de pêşniyara wê çendê kiribû, ji  PKKê re efû bê derxistin.

Esad piştî civînê li ser pirsa “We berê gotibû eger çekên xwe berdin, em dikarin welatiyên bi binyad Sûrî yên di nav PKKê de efû bikin. We li ser vê mijarê de nîqaş kir” gotibû:

“Ev rewş ne tiştekî nû ye. Ji bo kesên ku xeletî kirine divê em deriyê vegerê vekin. Di mijara efûyê de divê derî hertim vekirî bimîne.”

Di medyaya Tirkiyeyê de li ser civîna Erdogan û Esad,  îfadeyên wek “Lihevkirina li ser PKK”, “Lûtkeya vegera bo malê” cih girtîbûn.

(AKnews)

Nerîna min :