Nivîsar

Zarokên Kobanî yên êsîr di destê "DAIŞ"ê de

 

Gabar ÇIYAN

Rapora taybetî ya organîzasyona mafê mirovan “Human Rights Watch-HRW”, rewşa zarokên kurda ku di destê hêza “Dewleta Îslamî-DI”yê de êsîr in, ronî dike. HRW ji raya giştî daxwaz dike ku, li hember hovîtiyên “DI”yê bêdeng û bêhelwest nemînin.  

Bi qasî 250 zarokên temênê xwe 14-16 salî ne, di dawiya miha gulanê de, piştî beşdariya provên (imtîhan) dibistana navîn li Helebê, vedigerin malên xwe. Hêzên “DI”yê riya wan digre û 153 zarokên kurda ji hêla Kobaniyê digrin û dibistanek li bajarê “Manjib”ê bi cî dikin. 

“Beşdarbûna dersên olî”, “fêrbûna beşên ji Qûran”ê û “temaşekirina fîlmên ji çalakiyên DI”yê li wan mecbûr dikin. Li wir, îşkence bi şêweyek sîstematîk pêk tê. Awayê “asêkirina zarokan di tekerên timobîlan”, lêdanên “bi qabloya elektrîk” û “xertûma avê” îşkenceyên herî dijwar in. Li gorî îfade û şahidiya zarokên bi dizî revîn e û azad bûne, “daleqandina zarokan ji dest anjî nigên xwe” jî dibe. “Felaqe” metodek din yê dijwar e. Xizmên “PYD”iyan zêdetir tên îşkencekirin.

Li gorî raporê, hêza “DI”yê zarokan birçî dihêlin. Rojê du caran xwarina bi sînor didin wan. Paqijî û serşo pirsgirêk e. Ji du hefteyan carekê nikarin serê xwe bişon. Zarok li erdê, ser bataniyên tenik radizin û ji sê kesan re bataniyek dikeve. 

Helwesta Dewleta Îslamî li dijî zimanê Kurdî

Zarokên kurda zêdeyî 4 mihan êsîr in û ji destê îşkence û muameleyên neînsanî dihêşin. Her çiqasî di miha hezîran û îlonê de hejmarek zarok, revî bin û ji destê wan rizgar bûne jî, esaretiya beşek ji zarokan didome. 

Li gorî peyman û hiqûqa navnetewî, îşkenceya li dijî zarokên êsîr, bikaranîna wan weke mertal û muameleya xirap li dijî zarokan, dikeve mijara “sucên li dijî mirovahiyê”. Divê biryarên Netewên Yekgirtî-NY di 15 tebaxê (hejmar 2170) û 24 îlonê (2178) de girtî û li dijî “DAIŞ”ê ne esas bên girtin. Welatên endam li dijî helwesta wan derkevin û piştgiriya hêzên kurda bikin. 

Di raporê de xala herî balkêş, helwêsta DAIŞ anku “DI”yê ya li dijî zimanê kurdî ye. Divê pirs piralî bibe cihê niqaşê, bi taybetî ji awira mafê mirovan û girêdana “DI”yê bi nasyonalîzma erebî. 

Li gorî raporê, endamên “Dewleta Îslamî-DI” ku ji welatên ereban in, nahêlin zarokên kurda, “bi kurdî” biaxifin. Zimanê Kurdî qedexe kirine. Ji helwesta wn baş tê fêmkirin ku, îdeologên “DI”yê di esasê xwe de, di bin tesîra “neteweperestên turkî” de ne û “nasyonalîzma erebî” mêjiyê wan şûştiye. Ji baweriya îslamê dur in. 

 

Back to top button