Pêvajoya çareseriya çiye?
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji beri du salan “ Pêvajoya Çareseriyê“ kete di literature siyasetê de. Lê di rastiya xwe de gelek kes baş li ser naveroka vê gotinê nasekinin. Li gora Tirkan wateya vê gotinê tişteke û li gora hinek kurdan jî tiştek din e.
Gelo mirov pipirse “Pêvajoya Çareseriyê“ pêvajoya çareseriya çiye? dê bersiv çibe?
“Pêvajoya Çareseriyê“ yan jî “Pêvajoya Aşitiyê“ çiye û çewe tê şirovekirin. Di rastiya xwe de pêvajo ji aliyê hukumeta AK-Partiyê û Ocalan ve hate destpêkirin.
Armanca bingehin ew bû ku çekdarên PKKê ji dest çekan berdin û ji çiyan werin û zeminek yasayî bê peydakirin daku bikevin di nava siyaseta legal de.
Piraniya hevditinan navbera serokê PKKê Abdullah Ocalan û berpirsê Dezgehê Îstixbara Tirk (MIT) Hakan Fidan de dihat kirin.
Yani di vê pêvajoyê de aktorên sereke hukumet û Ocalan bû. Herweha gelek caran vekirî hate xuyakirin ku Qendil di pratikê de naxwesta ku Ocalan merceiyeta yekem be. Lê tu cara ev tişt vekirî eşkere nekirin. Wek din gelek caran di pratikê de asteng peyda kirin.
BDP/HDP û tu dezgehên ku PKKê ve girêdayî di vê pêvajoyê de ne xwedî gotinekî ne. Rola wan piranî qazidiya navbera Ocalan û Qendilê de bû ye.
Lê tiştek gelek girînge ku “pêvajoya çareseriyê“ ne çareseriya pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê ye. Bê guman sekinandina çekan , ji holê rabûna şer û legalize kirina PKKê bûyerek giring e.
Yanî di mercên vê qonaxê de kurd li Bakur bi rêya diyalogê û metodên demokratik doza mafê xwe yên rewa bikin girîng e. Lê divê dewleta Tirk jî yasayi rê bi temamî li vê yekê veke.
Şer li Bakur ne ji berjewendiya tevgera kurd de ye. Şer bûye sedemak mezin ku di nava Kurdan û nava Tirkan de , yani li Kurdistana Bakur û Tirkiye rantek mezin peyda bûye û kesên vê rantê li hevudin pardikin tucara naxawzin ev şer bisekine.
Armanca şer ji bo wan ne giringe. Ew tene berika xwe difikirin. Yanî Baronên şer peyda bûne.
Ji hemûyê giringtir sekinadina şer, dê ava şîlo zelal bike û herkesek bi şefatir bikaribe siyasetê bike.
Eve nêzikî du salane şerê germ di navbera PKKê û leşkerên dewletê de tuneye. Civat biçek bê jî serxweve hatiye.
Ji hemiyê girîngtir şer ji holê rabe civat normalize dibe û siyaseta di bin sîha tifengê de dibe wê bikevê akilê insanan de.Yanî bi awayek din mejî azad dibin û siyaset bi îradeyek azad bibe.
Ji xwe li Bakur jî pêwistiya siyasetmedaran bi vê yekê heye.
Gelek caran ev gotin têne dubare kirin , lê dixweyê heta mirov tê bigihê hinek tiştên giring divê gelek caran bêne dubare kirin.
14.11.2014
Dara Bilek