Civak
Zarokek 14 sali babê xwe kuşt

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokekî 14 salî babê xwe bi guleyekê kuşt.
Duh, li gundeki Xezexş Î.Ö. (14) ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn, babê xwe M.Ş.Ö. (40) gulebaran kir.
Li ser agahdarkirinê, tîmên 112 yên Tenduristiyê yên Lezgîn û jendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Babê bi giranî birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê, lê tevî mudaxeleyê jî jıyana xwe jı dest da.
Î.Ö., ku ji cihê bûyerê reviya, piştî ku ji aliyê tîmên jendermeyan ve hat şopandin, li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hat girtin.


