Zanyariyên taybet li derbara hejmara kuştiyên PKKê û Tirkiyê li Heftenînê

Nêzî 4 mehane êrîşa Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê didome, pêgeha Darka Mazî zanyariyên herî taybet li derbara hejmara kuştiyên PKK ê û eskerên Tirk li Heftenînê bi dest xistine.

Çavkaniyên taybet ên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, ji roja destpêkirina êrîşa dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê ku li şeva 15 ser 16 meha xizîrana îsalê bû, bi dehan eskerên Tirk û çekdarên PKK ê li Heftenînê hatine kuştin.

Eşkere kir ji roja 15/6/2020 û heta roja 7/10/2020an, hejmara 54 eskerên Tirk tenê li Heftenînê hatine kuştin û her wiha 32 esker birîndar bûne.

Li dor zirarên PKK ê jî eşkere kirin, li heman demê anku ji 15 meha xizîranê, eskerên Tirk 113 çekdarên PKK ê li Heftenînê kuştine û hem wext 30 çekdar birîndar kirine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî dest nîşan kir, li gel van zirarên canî, 23 çekdarên PKK ê bi dîl ketine destê arteşa Tirkiyê, hem wext ji roja destpêkirina êrîşê çekdarên PKK ê berdewam bi rêya nuqteyên arteşa Tirkiyê li sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê, xwe teslîmî arteşa Tirkiyê dikin.

Çavkanî: Darkamazi

Nerîna min :