Li Tehranê du jinên kurd hatin binçav kirin

Rêxistina Hengaw a mafên mirovan li Rojhilata Kurdistanê eşkere kir, li roja 6 vê mehê, hêzên Êtîla’ata Îranê her yêk ji “Endîşe Sedirî û Neda Pîrxiziryan” li navenda bajarê Tehranê desteser kirine û ji bo ciyekê nediyar birine, sûça desteser kirinê hîna niha nehatîye zanîn.

“Endîşe Sedirî û Neda Pîrxiziryan” ji şêniyên bajarê Sine ê Rojhilata Kurdistanê ne û ev sûça ji bo wan hatîye rêxistin, Hengaw nikarîye rastîya wê bizane.

Tê zanîn “Endîşe Sedirî” xwendkara beşa hunera şêwekariyê ye û paş desteser kirina wê, ji bo ciyekê nediyar hatîye veguhastin.

Agahiyên rêxistina Hengawê eşkere kirine ku Luqman Pîrxiziryan ku bavê Nedayê ye li heman rojê hatîye desteser kirin ku ew jî peyker taşe û zîndayê syayê yê berê bû li Rojhilata Kurdistanê.

Nerîna min :