PolîtîkRojev

PKK ew kuşt

Berpirsê Asayîşa Gumrika Serzêrî, Xazî Salih Alîxan roja pênçşemê 08.10.2020 ji aliyê çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ve hate şehîd kirin.

Li gor zanyariyên li ber destin, berî heyamekê Xazî Salih ji hevalên xwe re gotibû ku çekdarên PKK gefên kuştinê lê kirine. Her çende wî xwe diparast û bi hişyarî tevdigeriya lê eşkereye yê ku ew şehîd kirine di warê bikaranîna Qanasê da kesek şareza û pîspore, ji dûr ve bi Qanasê stêrka xwe li Xazî Salih girtiye û li ber deriyê mala wî ew şehîd dike.

Xazî Salih Alîxan xelkê gundê Bîgdawda ya devera Berwariya Bala ye, ji malbateka Kurdpewer, xebatkar û welatparêze, ew di gel malbata xwe û gundê xwe her tim beşek bûn ji şoreşên Başûrê Kurdistanê, Pêşmergetî, koçberî, gundşewitî û gelek azar û derdeseriyê din kêşane û dîtine.

Helbet serokatiya PKK jî kesên bi vî awayî, yên neteweyî û dewletxwaz dikin armanc û teror dikin û dilê axayên xwe, dagîrkerên Kurdistanê xweş dikin.

Ev bûyera şehîdkirina Xazî Salih berpirsê gumrika Serzêrî, bûyera adara sala 1989 ê li gundê Şîvrezanê ya li ser tixûbê di navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê li bîra me tîne. Hîngê jî bi fermana serokatiya PKK, çekdarên wê partiyê şeş Pêşmergeyên Kurdistanê bi xedir û xiyanet şehîd kirin:

Şehîd Sa’adalle Avdel
Şehîd Ehmed Kadir
Şehîd Mihemed Hemdî Wermêlî
Şehîd Nizar Mihemed Silêman
Şehîd Nezmî Wermêlî
Şehîd Xalid Wermêlî

berperên dîroka PKK ji bûyerên pîs û qirêj dagirtiye.

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê li ser vê bûyerê daxuyaniyek da, lê mixabin bi eşkereyî PKK bi vê tawanê tawanbar nake. Divê êdî li ser asta saziyên fermî jî, mirov rastiya ji raya giştî re bêje û rûyê rastiya PKK eşkere bike.

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê di peyama xwe da dibêje: gelek mixabin, demjimêr 05:30 êvariya roja pênçşemê 08.10.2020 Xazî Salih Alîxan Berpirsê Asayişa Gumrika Serzêrî li devera Berwariya Bala bi destê reşê terorîstan ve hate şehîd kirin ku ew demek bû gefên kuştinê lê hatibûn kirin.

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji malbata xwedê jêrazî ra sersaxiyê dixwaze dibêje dê tawanbar baca vê tawana xwe bidin.

Sibehi.com

Back to top button