
Parlementereke Brîtanî dibêje: Encamên Korona nîşan dide ku Herêma Kurdistanê pêwîstî bi reformeke bingehîn heye û Brîtanya jî dikarê hevkariyê bike.
Robert Halfon Parlementerê Brîtanî û Berpirsê Lîjneya Perwerde li Parlemena Brîtanya ku berpirsê komeleya Parlementerên Partiyên cûda cûdayên Brîtanya ye, li gotarek de dibêje Herêma Kurdistanê rûbirûyê komek qeyranan bûye, her çende li vir terkîz li ser pejika Korona ye, lê belê nabê Kurdistan ji bîr bikîn.
Ew Parlementerê Brîtanî li malpera Hom polîtics nivîsiye li beşa ze haws belavkiriye ku ew beşe taybete bi nivîsîn û şîrove û hevdîtinên Parlementeran û siyasetvanên Brîtanyaye.
Robert Halfon li nivîsa xwe de dibêje: Eger Kurd Da’îşê têkneşikandibûya, Da’îş zêdetir dima û navçeyên din û kêlgehên neftê û çend firokexaneyan jî kontrol dikir. Bi vê yekê jî me komkujiyên zêdetir û êrîşên zêdetir dibînî.
Niha Da’îş mijulî xwe rêkxistinê ye bi taybetî li navçeyên nakokî li ser yên li navbera Herêma Kurdistan û Iraqê da: “Ji bo wê yekê divê hevkariya Pêşmerge û şiyana berevaniya Kurd bê kirin ji bo ji navbirina Daîşê”.
Di derbarê Korona jî ew Parlementerê Brîtanî nivîsiye: “Korona ji bo Kurdistan û Iraqê jî girane, bi taybetî ku pejik buye sedema kêmbûna daxwaza li ser neftê ku çavkaniya darayî ya Kurd bû li Iraqê. Li heman demê de jî piştî wan hemû xerciyên ji ber şer ketine ser milê Herêma Kurdistan û Iraqê, niha jî zêdetirê milyonek koçber hene ku pêwîstiya wan bi hevkariyê heye”.
Her wiha behsa ewe jî dike ji ber birîna mûçeyê ji aliyê Bexda ve, rêjeya hejariyê li Herêma Kurdistanê bilind dibê, bêkarî zêdebûye û veberhênan jî kêmbûye ku ev hemû bandorê li ser pêşketina bingehîn dike: “Her ji bo wê yekê Kurdistan nikarê êdî pişt bi dahata neftê bibestê, belku pêwîstî bi reformeke bingehîna aborî heye û pêwîste çavkaniyên xwezayiyên din jî bikarbîne”. Ew çavkanî jî çandin, geştiyarî, bikaranîna navçeyên çiyayî ya ji bo rakêşana bala geştiyarane.
Ji bilî wê jî behsa berfirehkirina kerta gaza Kurdistanê dike ya ji bo berhemanîna uzeya kehreba û bikaranîna wê ya wekî çavkaniyeke darayî ku dikarê bişîne Iraq û Ewrupayê, ku eve qazanceke ji bo Ewrupa û Iraqê jî divê û ew jî kêmtir pişt bi Îran û Rûsyayê ve xwe bibestin. Di derbarê pêgeha siyasiya Kurdistanê jî dibêje: “Kurdistan zêdetirê herêmêke, lê belê bi tevahî jî ne dewlete”.
Brîtanya wiha kiriye Kurd bi zorê bibin beşek ji Iraqê û wekî niştimaniyên pile dû jî muamele li gel wan hatiye kirin û rûbirûyê jenosayd bûne.
Pêwîste Brîtanya tîmên şareza û taybet bişîne Herêma Kurdistanê û bi hurî li pêwistiyên Kurdistanê li warê xwendina bilind, lawan û aborî û projeyên cûda cûda da zanyariyê werbigre. Her wiha hemahengî jî li gel Parlemena Kurdistanê da bê kirin li pal bi pîşeyîkirin û yekxistina hêzên Pêşmerge da.
Halfon daxwaz ji Hikumeta Brîtanya dike ku erkê bazirganiya fermî destpêbike û derfet bide veberhênerên taybet heta ku li wir kar bikin.
Kurdistan pêwîstî bi peywendiya siyasiya zêdetir heye li gel Brîtanya ji ber ku sê sal li ser serdanên dawî yên siyasetvanên Brîtanya li Herêma Kurdistanê derbasbûye, serdana dawî ya serkirdeyên Herêma Kurdistanê jî li Londonê şeş sal berê bûye.
Wezîrê Derveyê Brîtanya divê serdana Herêma Kurdistanê bike û rê ji bo serdana serkirdeyên Herêma Kurdistanê jî xweş bike heta ku bêne London li gel Serok Wezîrê Brîtanya û berpirsên din jî bicivin.