PolîtîkRojev

Peyamek ji Serok Barzanî ya li ser Şingalê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêkeftina di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê hengaveke erênî û rêyeke raste. Destxweşiyê li her du Hikûmetên Federaliya Iraqê û Herêma Kurdistanê dikim ji bo wê rêkeftina ku dibê sedema asayîkirina jiyana welatiyên li wan navçeyan û kêmkirina êş û azarên xûşk û birayên Êzîdî û vegerandina wê xelkê ku ji ber rewşa çend salên derbasbûyî û êrîşên terorîstan tûşî êş û koçberiyê bibûn.

Hêvîdarim ev hengava girînga her du aliyan destpêkek jî bê ji bo çareserkirina hemû kêşe û giriftên di navbera Hewlêr û Bexdayê.

Mesûd Barzanî
09.10.2020

Back to top button