PolîtîkRojev

Serok Barzanî û Kazimî li Şingalê axivîn

Naveroka peywendiya telefoniya Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê

Êvariya roja înê 09.10.2020 li peywendiyeke telefoniya di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê da rêkeftina di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê hate nirxandin.

Her li vê peywendiya telefoniyê da her du alî xweşhaliya xwe ji bo wê rêkeftina girîng derbirî û tekez jî li wê yekê kirin ku rêkeftin bi vî awayî balkişandineke li ser ji bo bihêzbûna baweriya di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Back to top button