Civak

Zanîngeha Selaheddîna li Hewlêrê li Iraqê de bû yekem

Li pêşbirkêya Cîsoba Nîştimanî da Xwendekarên Beşa Yasa û Ramyarî ya li Zanîngeha Selaheddîn pileya yekem bi destanîn.

USAID Ajansa Amerîka ya ji bo geşkirina Navdewletî bi hevkariya Serokayetiya Zanîngeha Selaheddîn konferansekî li jêr navnîşana (Pêşbirkêya Cîsopî Nîştîmaniya Iraqî) li hola navenda rewşenbîrî û civakî ya zanîngeha Selaheddîn li Hewlêr hate saz kirin. 

Li wê pêşbirkêyê da ku 12 zanîngeh li ser asta Iraqê da têda beşdarî kiribû, xwendekarên Beşa Yasa û Ramyarî li zanîngeha Selaheddîn pileya yekem bi destanî. 

Li konferansê da ku Şêrwan Heyderî Wezîrê Dadê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dr. Ehmed Dizeyî Serokê Zanîngeha Selaheddîn û Bêrîvan Xeylanî Şêwirmend û Nûnera Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Dr. Şêrzad Silêman ragirê koleja Yasa û Ramyarî û hejmarekî zêdeyê mamostayan û xwendekaran amade bûn, Selah Sedîq Birêveberê Herêm ya programa gihîştin bi dadgerî li gotarek da xweşhaliya xwe derbirî ku çendîn profesor û xwendekarên zanîngeha Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêkve beşdarî li pêşbirkêya Cîsopa nîştîmaniya Iraqî kiriye ku li encamê da dibê sedema dirustkirina ezmûnekî ciwan li navbera wan da. 

Back to top button