Cîhan

Zanayên Brîtanî: Hikûmetê jiyana mirovan xistiye nava metirsiyê

Zanayên Brîtanî rexne li Hikûmeta Brîtanya digrin û didin zanîn Hikûmeta Brîtanyayê jiyana gelek mirovan xistiye nava metirsiyeke mezin.

Li Brîtanyayê 295 zana û akademîsyenên Brîtanî civîneke berfireh saz kirin û piştî civînê nameyek di derbarê Coronavirus (Covid-19) nivîsandin û ji bo Hikûmetê şandin. Nameyê de behsa rewşa metirsiya Coronavirus ya li Brîtanyayê dike û rexne li rêkar û helwesta Hikûmetê digre û dibêjin divê demildest biryarên qedexekirina kombûn û civînên ku mirovan nêzîkî hev dike bê dayîn û nêzîkbûna laşî ya mirovan bêne kêmtirkirin ku ev virus zêdetir belav nebe.

Her wiha nameyê de zextê li ser Boris Johnson Serok Wezîrê Brîtanya dikin ku ew jî wekî welatên din rêkarên qedexe kirina derketina nava kolanan û civîn û kombûnên girseyî bide.

Back to top button