Cîhan

Nameyek ji Îtalya

Li torên civakî de nameyek bi navê Rizgar Hiso hatiye belav kirin û têda behsa rewşa Italya bi giştî dike û xelkê hişyar dike ku ji malên xwe dernekevin. Naveroka nameyê wiha ye…

Silav …

Em li Îtalya – Mîlano dijîn , Ez ê, ji we re rave û parvebikim ku, çawa jiyana me bi zor û zehmet li vir li mîlano derbas dibe , xeletî ya ku me li vir pêk hanî pêwiste , hûn jê fêr bibin , em niha di odeya tenduristiyê de ne , dernakevin kolanan polîs di tevgereke heya heyî de ye , nahêlin ti kes derkeve derve ,

Hemû tişt girtî ye ، kar û xebat , bazirganî , û navendên bazirganîyê , hemû tişt girtî ye,
Kolan bê tevgere, dawiya cîhanê ye em wisa hestyar dikin , Îtalya bajarê jiyanê ye bajarekî zindî ye , di navbera her kêlî û kêliyê de bajar dişibe cihê şer û cenga reş .ev jî rastîyeke min hew guman nedikir ku van kêliyan bijîm.
Xelk xemgîn û gelekî tirsiyan e, tije xem û derd in, tê nagihin ku ev rastiya li ser wan hatiye ferzkirin , wê kengî ev xof û Sama derbas be

Xeletiya herî mezin ew e, bi hingavtina pêşîn de xelkê jiyana xwe weke her car derbas kirin , da diketin kolana weke ku tiştek çênebûye ,
Di vir de hemû kes li ser xeletiyê bûn tevî min ,!!!

Rica ji we dikim haya we bila ji we hebe ,
Ev ne heneke û laqirdi ye , xwedîyên xwe malbata xwe bav û dayîka xwe xwîşk û birayên xwe , ji vê nexweşiyê biparêzin , li vir rojê 200″ kes dimire jiyana xwe ji dest didin ne ji ber ku bijîşkên Mîlano ne baş in , ew yek ji baştirîn bijîşk in di cîhanê de , tixtor li gor xwe radigihînin kî bimire kî bimîne ,!!
ji ber xelkê di pêşiyê de bi awayekî laqirdi bi vê nexweşiyê girtibû , ji kerema we ji xeletiyên me fêr bibin em bajarekî biçûk in , lê dibe ku dawiyê de karesat û tiracedî bi serê me were !

Baş guhdar bikin ..??
*Dernekevin cîhên qerebalix

*Hawil bide li şûnwarên giştî xwarinê nexwe

*Hawil bide demeke dirêj li mala xwe bimîne
Di vê demê de ,

*Guhdarî wezareta tenduristiyê bike û gotinên wan bi laqirdi nebe ,

*Bi dûrbûna (1) metro bi kesan re biaxive
Bêyî silavên destan û ramûsandinê

*Dermanên dijî nexweşiyê bidestxe û bi xeletiya kesên din fêr bibe

*We wesayet dikin ku hûn vîtamîna (S) pir vexwin

*Alîkarîya kesên pispor û doxtora bikin ji bo nexweşî belav nebe ,
Li Îtalya yê bajar hemû vedêrî dibe û tê cudakirin , ango 60 mîlyon kes di odeya tenduristiyê de ye ,!!

Haj li xwe û li kesên derdora xwe hebin ♥️♥️

Ev nameya min ji rûpela mamoste stêrê çelo ji erebî wergerandiye zimanê kurdî .

Rizgar Hiso..14/3/2020

Back to top button