Nivîsar

Zanayê ev pêngav bêy Ocelan neavêtiye

Rojnamevan Eyub Can di lêkolîneke xwe de ku, li rojnameya Radîkal a tirkî de hatiye weşandin, behsa hevdîtina Leyala  Zana û Erdogan dike û dinivîse ku ew hevdîtin li ser daxwaza Ebdula Ocelanî çê bûye.

Rojnamevan Eyub Can dipirse; gelo pêngava Leyla Zanayê di çarçoveyê zaniyariyên Ocelan de bû yan na?
 Leyala Zana, siyasetmedara kurd, di wê dema PKKê agirî şerî geş kir, wê ew pêngava giring avêt û banga aşitiyê kir.

 Berprisên BDPê ji wê gava Zanayê dilgiran in, hindek dibêjin Amerîka ji wê re gotiye ku wê pêngavê pavêje, hindek jî dibêjin Barzanî sebeb bûye.

 Eyub Can dinivîse:

-Min jî çavkaniyeke giring peyda kir û ev pirsiyare jê kir; Gelo ev pêngave çawa hat avêtin? Wê çavkaniyê ev ji min re got: Leyla Zana beriya guh bide Amerêka yan Barzanî, wê guhê xwe daye wîjdana xwe û wê bêy Ocelan ew pêngav neavêtiye.

Min jî ji wê çavkaniya xwe re got: Başe eve saleke Ocelan  digel tu kesî necivyaye, çawa ji Leyla Zanayê re got wî karî bike? Wî jî bi kenîve ji min re got: Raste digel tu kesî necivyaye, hevdîtin digel malbat û advokatên xwe jî nekiriye. Lê dewlet bi awayekê organîzekirî hevdîtina digel Ocelan dike.  

–  Tiştê ez têgihiştîm, Zanayê ev pêngave bêy Ocelan neavêtiye.

Back to top button