Cîhan

Rêxistina Aştiya Cîhanî ofîsa xwe li Hewlêrê vedike

Îro şemîyê (07.07.2012) li Selahedînê,  Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê pêşwaziya şandeke bala a  rêxistina Aştiya Cîhanî kir. Heyeta rêxistina Aştiya Cçhanî ji Yan Jîm Kîn serokê rêxistinê, Jan Diksin endamê desteya serokayetiya rêxistinê û hejmarek ji endamên rêxistinê pêkhatibû.

Di hevdîtinekê de, serokê Rêxistina Aştiya Cîhanî armanca serdana xwe ya bo Kurdistanê diyar kir û gor ku,  rêxistina wan,  rêxistina Aştiya Cîhanî,  xwe amade dike ku, di paşarojê de konferansa xwe li herêma Kurdistanê saz bike û ev serdan jî ji bo hindê bû ku ji nêzîk ve haydarî amadeakriyên sazkirina konferensê bibin. 

Serokê rêxistina Aştiya Cîhanî rewşa pêkvejiyana hemû pêkhatên olî û netewî li herêma Kurdistanê û xebatên wan yên bi hev re ji bona parastina aramiyê û aşitiyê li Kurdistanê bilind nirxand û got: ”Ew aşitya li herêma Kurdistanê heye yek ji armancên me ye jî.”

 Herwesa navborî got ku, herêma Kurdistanê ji bo aştiyeke sertaserî dixebite ku, ev jî cîyê rêz û tedîra rêxistina Aşitiya Cîhanî ye.

Herêma Kurdistanê ji bo binyatdanan civakeke aram û pêkanîna aştiyeke sertaserî, li jêr serokatiya serok Barzanî roleke ber bi çav lîstiye. Ji ber van hokaran rêxistina me di paşerojê de dikare digel herêma Kurdistanê kar bike û Kurdistanê jî weke mînakek aşitiyê, ne bi tenê li Îraqê, lê li hemû deverê,  nîşana cîhanê bide. 

Serokê heyeta rêxistina Aştiya Cîhanî got ku, di demek nêzîk de, ji bona zîdetir hevkarî û hevahengiyê, ew dê ofîseke rêxistina xwe li herêma Kurdistanê vekin.

Serokê Kurdistanê piştevaniya herêma Kurdistanê bo kar û çalakiyên rêxistina Aşitiya Cîhanî li herêma Kurdistanê nîşan da û got ku, gelê Kurdistanê di kevin de û heta nuha ji bona pêkanîna aştiyeke sertaserî xebitiye û dixebite. 

Serok Barzanî got: ”Hewlên dostên me yên ji bo alîkarîkirina miletê me, di hemû waran de,  cîyê rêz û hurmetê ye.  Em dê bi hemû îmkanên xwe hewil dîn ew  rewşa li herêma Kurdistanê heye ber bi pêşve bibîn.”

Back to top button