Cîhan

Zalmay Khalilzad êrîşa terorîstî şermezar dike

Zalmay Khalilzad, di derbarê êrîşa terorîst a li ser avahiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir. Khalilzad li postê xwe yê medya civakî daxûyaniyek ragihan û dibêje:

”Ti hincet û ti rastî tune ye ji bo êrîşa drone ya milîsên terorîst li ser mala Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.Ew dewletmerekî ye, bi firehî tê rêz kirin ji ber ku her tim ji ew diyalog, aşitî û lihevkirinê diparêze.Ez êrîşê bi tundî şermezar dikim. Divê Hikûmeta Iraqê û hevalbendên Kurdistanê koma terorîst a berpirsiyar bişopînin.”

Back to top button