Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê girt

 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji Hakan Fidan, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê girt.

Di peywendiyê de, birêz Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi tundî êrîşa dronî ya ku îro li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Duhokê hatibû kirin, şermezar kir, herwiha piştevaniya welatê xwe ji bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê tekez kir.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya birêz Hakan Fidan û helwesta Tirkiyeyê ya ji bo şermezarkirina êrîşê kir.

Di beşeke din a peywendiyê de, pêşhatên herî dawî yên rewşa navçeyê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekez li ser giringiya hevkarî û hevahengiyê ji bo parastina aramiyê kirin.

Back to top button