Hêzên Pêşmerge navenda Domîz a leşkerî ku dikeve başûrê rojavayê Şingalê û gundê Kulat ê rojhilatê Şingalê rizgar kirin, ku zêdetirî 45 terorîstên DAIŞê li nava wî gundî kuştin û yên mayî reviyan Tilefer.Îro danê sibê bi serperiştiya Serok Barzanî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û heta niha operasyon berdewam dike.Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Aştî Koçer ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha gundê Kulat ê ku dikeve navbera Herdan û Um Şebab û nêzîkî Tileferê ye, bi temamî ket destê Hêzên Pêşmerge.”Emîd Aştî Koçer wiha got: “Li wî gundî şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket, lê di dawiyê de Hêzên Pêşmerge ew şikandin û gund bi temamî kontrol kirin, herwiha zêdetirî 45 çekdaran li wir kuştin.”Li gorî agahiyên wî fermandarê Pêşmerge, navenda Domîz a leşkerê ku yek ji navendên hesas ên DAIŞê bû, ket destê Hêzên Pêşmerge de û bi vê yekê çekdarên wan ji hemû aliyan di nava Şingalê de dorpêçkirî ne.Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, “Operasyon berdewam e û Hêzên Pêşmerge pêşde diçin. Heta niha çend gund û deverên girîng ketine destê Pêşmerge.”
Pêş
04/06/2026
“Çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî û rûmet e”
03/06/2026
Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Ezim rewşa siyasî gotûbêj dikin
Balkêş e ?
Close

