YPGê erkê xwe yê niştimanî cîbicî dike, wek berevaniyekê di ber Sûriyê de dikin

Wezîrê ragihandinê yê Sûriyê, Umran Zubî, ku li taxeke kurdî ya li Şamê ji dayik bûye, di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de got ku “tiştekî bi navê pirsa kurdî li Sûriyê nîne.” Umran Zubî herwiha berevaniya PYDê jî dike û wê weke “hêzeke niştimanî” ya sûrî bi nav dike û dibêje PYD “bîrê li cudabûna ji Sûriyê nake.”

Rûdaw: Hûn ber bi kongreya Cenevre 2 ve diçin, lê we got hûn naçin da ku desthilatê radestî opozisyonê bikin. Hûn bi çi projeyê beşdarî vê kongreyê dibin?

Umran Zubî: Pêwîstiya serketina Cenevre 2 bi hevahengiyê heye. Lewma girîng e li ser têkbirina terorê di dema kongreyê de bigihijin hevpeymaniyê. Doza rast a Sûriyê ewe ku di asteke berfireh de welatek beramberî êrişa teroristî hatiye.  Bi awayekî sereke 3 welat piştgiriya vê êrişê dikin: Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiye. Tiştê îro pêwîst e, ewe ku xelkên Sûriyê bi piştgiriya navdewletî bigihijin hevahengiyê. Herwiha di asteke berfireh de, li Sûriyê û navçeyê bi giştî, kar ji bo têkbirina terorê bikin. Nirxê ti hevpeymaniyê nîne eger pirsa terorê ne di destpêka karan de be.

Şam amade ye danûstandinê li ser wê yekê bike ku kesekî din li şûna Beşar Esed bibe serok û hikûmeteke hevaheng pêk bîne?

Yekem: Serok Beşar Esed ji aliyê xelkê ve hatiye hilbijartin. Xaleke din: Bi ti awayî em naçin Cenevre 2 da ku em kilîta Şamê bidin destê ti kesî. Eger yek dixwaze beşdarî desthilatê bibe û bibe beşek ji desthilatê, sindoqa dengdanê heye, ku giraniya her aliyekî diyar dike. Ne hilgirtina çekan.

Hûn dikarin çi pêşkêş bikin û çi çaksaziyê di qonaxa raguzer (intiqalî) de bikin?

Qonaxa raguzer li cem me bi wê wateyê ye ku hikûmeteke hevbeş bi razîbûna herdu aliyan pêk bê. Teksta daxuyaniya Cenevre 1 dibêje divê bi razîbûna herdu aliyan hikûmeteke hevbeş di navbera hikûmetê û opozisyonê de pêk bê. Û divê ev hikûmet gellek guhertinan pêk bîne. Ev jî bi ti awayî bandorê nagihîne cih, desthilat û rola serokkomar. Têksta Cenevre 1 pirr zelal e.

Hûn wisa dibînin ku di kongreya Cenevre 2 de xalên hevbeş di navbera we û opozisyonê de hebin?

Hêzeke rast li welat heye, li dû serok Beşar rawestiya ye. Herwiha bi mebesta gihiştina çareseriyeke sûrî-sûrî. Em bi hêz û bi vîneke siyasî û paqij diçin Cenevre 2. Di nêrîna me de ev bi têkbirina terorê destpêdike.

Hûn wisa dibînin ku Cenevre 2  bi ser nekeve?

Em dixwazin ku ji bo rêgirtina li ber terorê hevpeymaniyeke sûrî-sûrî hebe, û tiştekî zelal e ku ji aliyê Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyê piştgiriya wan tê kirin. Lewma pêwîst e sûrî li hev bikin li ser redkirina van grûpên çekdar û shere li dijî wan. Eger sûrî li Cenevre li ser vê yekê negihijin hevpeymaniyê, ew li ser tiştên din nagihijin hevpeymaniyê.

Hûn razî dibin ku Kurd weke şandeke cuda beşdarî Cenevre 2 bibin?

Pêwîst e hemû aliyên opozisyonê beşdar bin. Ev jî ne cihê danûstandinê ye. Duyem: Kurd beşekî girîng û sereke ne li Sûriyê. Pirraniya Kurdên Sûriyê li Sûriyê bi dirêjaya dîroka Sûriyê berdewam nimûneya pêşengên niştimanî bûn. Berdewam pêdagiriyê li ser yekîtî û aramiya Sûriyê dikin. Lewma divê nûneriya Kurdan li Cenevre hebe.

Hûn amade ne şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwînin Cenevre 2, ji ber ku niha 240 hezar penaberên Kurdên Rojava li Herêma Kurdistanê ne?

Rewşa Sûriyê ne tenê bandor li ser Herêma Kurdistanê kiriye. Lê belê tevaya navçeyê û Rojhilata Navîn ketine bin kontrola bandora wê. Bêguman bandora aramiya Sûriyê li ser tevaya navçeyê dibe.

Nerîna we çiye ku çareseriya kêşeya kurdî di qonaxa raguzer de li Jenêv2 derkeve?

Yekem: Divê em di vê yekê de têbigihijin ku tiştek bi navê pirsa kurdî li Sûriyê nîne. Lê belê pirseke niştimanî li Sûriyê heye. Beşek ji gelê me ne. Kurdên Sûriyê berevanî kirin, li Laziqiyê, Şam, Heleb, Qamişlo, Dêrezor û tevaya Sûriyê. Ev bajar yên hemû welatiyên Sûriyê û Kurdên Sûriyê ne. Ti navçeya taybet ya Kurdên Sûriyê nîne. Kurdên Sûriyê li hemû navçeyên Sûriyê belav in.

Hûn ji helwêsta Kurdên Sûriyê razî ne?

Yeke: Ev pirs babeteke sûrî ye û pêwîst e li hundirê Sûriyê bê behskirin. Duyem: Her grûpek xwedî folklor û edetên taybet e. Kurdên Sûriyê beşek ji gelê Sûriyê ne. Kurd li hemû parêzgehên Sûriyê hene. Dibe ku hebûna wan li navçeyeke diyarkirî bêhtir be. Ev pirseke destûrî ye. Di pêşerojê de di çarçoveya danûstandineke destûrî de tê behskirin. Bi wateyeke din, yekîtiya ax û serweriya Sûriyê ne cihê danûstandinê ye.

Vê dawiyê herdu wezîrên petrolê û berevaniyê yên Sûriyê serdana Qamişloyê kirin. Gelo ev navçe di bin desthilata hikûmeta Sûriyê de ye?

Kurd beşek ji gelê me ne. Em li ser wan mikur tên, ne zêde û ne kêm. Erk û mafên wan hene, pareke wan a girîng û dîrokeke wan a niştimanî û rast li Sûriyê heye. Herwiha roleke wan a niştimanî ya girîng hebû. Nabe kesek vê jîngeha niştimanî têk bibe, ku nirxê wê li Sûriyê heye. Kurdan qurbanî dane, ji Colanê heta Lîwayê Skenderûnê.

Qamişlo û navçeyên derdora wê ne di bin desthilata PYDê de ne? Helwêsta we ji hebûna vê hêzê li Efrîn, Qamişlo û Hisiçayê çi ye?

PYD hêzeke ku bervedêriya wê ya niştimanî heye. Hêza YPGê erkê xwe yê niştimanî cîbicî dike, wek berevaniyekê di ber Sûriyê de dikin. Herwiha li hemû herêman niştecihên tevlihev hene, ji Kurd, Ereb, Aşûrê û Xiristyanan. Zimanê cudabûnê li Sûriyê nîne. Em berdewam li ser hevniştimaniya Sûriyê axaftinê dikin. Ez bi xwe berevaniya mafên Kurdan dikim, weke çawa ez berevaniya mafên Sûriyên din dikim.

Deriyê Til Koçer ligel Iraqê di bin desthilata PYDê, yan desthilata hikûmeta Sûriyê de ye?

Ev derî di bin desthilata dewleta Sûriyê de ye.

PYDê “Rêveberiya Demkî” li navçeyên kurdî ragihand. We hay ji vê projeyê heye û hûn piştgiriya wê dikin?

Ev rêveberiyeke xwebirêvebirinê ye, wek hêsankariya kar ji bo berjewendiyên xelkê. Niyazeke PYD ê ya siyasî yan niyazeke wê ya cudabûnê nîne.

Hûn amade ne li mafên rewşenbîrî û kultûrî yên Kurdan mikur bên?

Erê, erê ev heye. Eger te divê guhdarî bike, li Radyoya Dengê Gel û Dengê Xortan guhdarî bike. Herwiha tu dikarî programan û stranan bi zimanê kurdî bibihîsî. Ti kêşeya me ligel vê yekê nîne. Ez bi xwe li navçeyeke Şamê ji dayik bûm ku beşekî mezin ji niştecihên wê Kurd in. Beşek ji hevalên min Kurd in. Ez ji wan û edetên wan hez dikim, herwiha di helkeftên wan de amade dibim.

Ti hevpeymaniya we ligel PYDê heye?

Ti hevpeymaniya me ya devkî û nivîsandî nîne.


 Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara – Dilxwaz Behlewî/Rudaw

 

Nerîna min :