Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî û Nurî Malikî civiyan

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re, 25.12.2013ê li bajarê Bexdayê, ji aliyê Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê ve hat pêşwazî kirin û di civînekê de hijmareke pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Di destpêka civînê de, serokwezîrê Kurdistanê pirojeyê biwîlayetkirina Helebceyê pêşkeşî serokwezîrê Îraqê kir û biryar hat dan ku, civîna bê ya civata wezîrên hikûmeta Îraqê biryarê li ser bide û ji bo pesindkirinê ji parlamnetoya Îraqê re bê şandin. Nêlçîrvan Barzanî daxwaz kir ku, berî hilbijartinên parlamentoya Îraqê, parlamento reşnivîsa biryara biwîlayetkirina Helebceyê bixe di rojeva xwe de û biryara dawî li ser bide.

Rewşa emnî, pirosesa siyasî li Îraqê û pêşhatên emnî di civînê de hatin nirxandin û tekîd lis er zêdetir hevkarî û hevahengiya di navbera Hewêr û Bexdayê de hat kirin.

Her li Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re ji aliyê Emar Hekîm serokê Civata Balaya Îslamî li Îraqê ve hetin pêşwazî kirin û di civînekê de rewşa siyasî û emnî ya Îraqê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û mekanîzma çareserkirina pirsgirêkên hilawîstiyên navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Îraqê hatin minaqeşe kirin û her du alî hevfikir bûn ku, çareserkirina wan pirsgirêkan di berjewendiya hemî îraqiyan de ye.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re digel Hisên Şehristanî cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê cviyan. Di civînê de pirsa neft û gazê û çewaniya çareserkirina pirsgirêkên hene hatin gotûbêj kirin û her du aliyan tekîd li ser giringiya çareserkirina pirsên neftê kir ku, di berjewendiya tev îraqiyan de be.

Di çarçoveya serdana şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexdayê, Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê pilandananê yê Kurdistanê digel wezîrê darayî û pilandananê yê hikûmeta Îraqê civiyan.

Di civînê de şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê pêşniyar û têbîniyên xwe yên li ser budceya Îraqê a sala 2014ê pêşkeşî berprisên hikûmeta Îraqê kirin.

Back to top button