Civak

YNKê vekirî sextekarî kir

Meclisa serkirdayetiya PDKê li Silêmaniyê daxuyaniyek derbarê sextekariyên YNkê li bajarê Silêmaniyê belav kir.Encûmena serkirdayetiya PDKê di daxuyaniyê de amaje bi binpêkirinên li Silêmaniyê hatine kirin kir û piştgiriya xwe bo komisyonê û biryara wê jî dûpat kir.Berdevkê Encûmena serkirdayetiya PDKê li Silêmaniyê Ata Şêx Hesen daxuyanî xwend tê de ragehand ku, her kes dengê xelkê wê xizmeta xelkê nake, nabe karmendê komisyonê werin derkirin û xelkê danin şûna wan û deng bidin ev yeke ne proseya dengdanê ye û her hêzeke siyasî bêrêziyê ji îradeya xelkê bigre hêzeke tirsoke û xelk dê wan ceza bidin.Li gor daxuyaniya PDKê ji ber ku, hêzên ewlehiyê çavdêriya Helbijartinan kirin rêjeya beşdariyê kêm bû.

Back to top button