Polîtîk

Çekdarên YNKê êrîşê du binhgehan kirin

Hejmarek çekdarên YNKê avêtin ser du binkeyên dengdanê yê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û binke jî daxistin.Berpirsekî komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartin û rapirsiyê ku nexwast navê wî belav bibe ji BasNewsê re ragehand: ‘’Karmendên me em agahdar kirine ku du binkeyên dengdanên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, ji aliyê hejmarek çekdarên ve dest li ser hatiye girtin û me jî bi awayek bilez payebilindên xwe agahdar kirin û me daxwaz kir rê bi karekî waha re neyê dayîn.’’Ji aliyeke din ve berpirsekî bilind ê Tevgera Gorran ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNKê hejmareke zêde endamên xwe ji Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê ve rêkirine bajarê Silêmaniyê, bajarokê Çemçemalê, Helebçê û Germiyanê.’’Berpirsê Gorran got, zanyariyên wan hene ku YNKê nasname û rêgeznameyên sexte yên Iraqê derxistine, ku bikarin sextekariyekî bihêz bikin û ragehand: ‘’Eger YNK sextekariya xwe mezintir bike, dê helwêstê me hebe û proseyê emê wek ne rewa pênase bikin û xwe ji proseya dengdanê vekêşin.’’

Back to top button