Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) binkeyeke asayişa xwe li devera Zînî Wertê bicih kir.

Peyamnêrê Rûdawê, Bextiyar Qadir ragihand, di du rojên bihorî de YNKê bbinkeya asayişa xwe ji Dola Pilînganê ve bo devera Zînî Wertê veguhstiye.

Rêveberê Nahiyeya Wertê, Muslîh Zirar ji Rûdawê re ragihand: “Em hêvîdarin danîna wê binkeya asayişê nebe sedema azloziyê li Zînî Wertê.”

Muslîh Zirar herwiha got, “Heya niha ti aloziyek li Zînî Wertê çênebûye.”

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, heya niha PDKê ti nerazîbûn an helwêstek li ser danîna binkeya asayişa YNKê li Zînî Wertê nîşan nedaye.

PDK û PKKê bi fermî derbarê rewşê de hêj ti helwêstek nîşan nedane.

Sala bihorî li ser veguhastin û bicihkirina hêzan ji aliyê YNKê û PDKê ve, aloziyeke mezin di navbera wan herdu aliyan û PKKê de jî çê bibû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: