Serok Nêçîrvan Barzanî li gel PDKê civiya

Li berdewamiya serdan û civînên xwe yên li gel aliyên siyasiyan, sibehiya îro çarşem 05.05.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li gel birêzan Cîgirên Serok serdana Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê kirin û ji aliyê birêz Fazil Mîranî Sekreter û Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Li civînê de proseya siyasî û rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî rola PDK li karkirina ji bo kêmkirin û nehiştina nakokiya di navbera aliyên siyasiyan û hengavên ber bi bihêzkirina tebayî û yekrêziya di navbera wan, dirustkirina mekanîzm û çarçêweyeke niştimanî ya ji bo komkirina aliyan bi hemû bîr û nêrînên cûda ve heta pêkve ber bi rûyê gefên niha û paşerojê bibin, amadekirina destûra Herêma Kurdistanê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û çend pirseke din hate nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser rola PDK û pêgeha girîng û berpirsiyaraneya ji bo pêkanîna tebayî û yekrêziya di navbera aliyên siyasiyan û aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê kirin ku dikare li vî derbarî de destpêşxer û çalak bê û roleke erênî ya berpirsane û niştimanî bibîne.

Ji aliyê xwe ve Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê ji bilî pesn û destxweşiyê, hemû piştgîriyeke xwe ji bo erk û destpêşxeriya Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê û hewldana wan ya bi navê tebayî û pêkveyî û yekrêziya aliyan û pêkhatên Kurdistaniyan da dûpat kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest, hevbeşî û beşdariya çalak ya PDK jî ji bo vê mebestê bi erk û berpirsiyariya PDK da zanîn.

Nerîna min :