CivakRojev

YNK serxweîiya PDKê kir

Bi minasebeta koça dawî ya endamê polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys, polîtburoya YNKê serxweşî li polîtburoya PDKê kir.

Îro 15.02.2021ê polîtburoya YNKê peyamekî ve serxweşî li PDKê kir û di peyamê de hat ragehand: ‘’Bi mixabiniyekî mezin ve me koça dawî ya endamê polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys me bîhîst. Dr. Roj Nûrî Şaweys tekoşer û siyasetmedarekî bi ezmûn bû. Beşekî zêde yê temenê xwe ji bo xebat, tekoşîn û xizmeta siyasî û rêveberina erkên hikûmetê derbas kir. Lê mixabin me ew ji dest da.’’

Herwaha di beşeke din a peyama YNKê de hat gotin: ‘’Em serxweşiyê li we birêzan û temamê endamên malbata Nûrî Şaweys dikin û em xwe wek şirîkê xema we dizanin. Ji xwedayê mezin daxwaz dikin nexwaşiya we ya dawiyê be.’’

Back to top button