PolîtîkRojev

PKKê yek gund jî li bakurê Kurdistanê azad nekiriye, lê hêza xwe li başûr belav kiriye

Endamekî fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê ragehand, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) partiyekî ku qada xebata wê nav axên dewleta Tirkiyê de ye û pêwîste çalakiyên xwe bibe wê deverê û ‘’Me ji bela şer xilas bike.’’

Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê ser bi fraksiyona YNKê Osman Kerîm ji Basnewsê re ragehand, PKK kar û çalakiyên siyasî û leşkerî yên xwe li herêma Kurdistanê berfireh kirine. Lê ‘’Pêwîst bû wan ew xebat nav axa bakurê Kurdistanê, di cîhên xwe de kiriban û hêza xwe li wê deverê îspat kiriban. Lê naha şer li ser axa herêma Kurdistanê pêktê û bahaneya Tirkiyê jî asan bûye. Navçeya me ketiye pêş gef û metirsiya bejayî û esmanî ya dewleta Tirkiyê. Bê guman ziyanên mezin geheştiye hemwelatiyan û aboriya welatê me jî lewaz bûye. Herwaha vala kirina bi sedan gund û koçberbûna bi hezaran malbatan ziyanek mezin e.’’

Parlamenterê YNKê got: ‘’Pêkhateya herêma Kurdistanê destkeftekî giringe bo hemû parçeyên din. Lê di heman demê de herêma Kurdistanê Iraq e. bê guman ev beşa aram a Kurdistanê cîhê hewandina PKKê bûye û binkeyên leşkerî yên xwe jî bicîh kirin. Karên xwe yên siyasî lê dikin, herçend hewldanek heye bo ku ev beşa Kurdistanê bê biçûk kirin jî, lê şerê PKKê û Tirkiyê ziyaneke mezin gehandiye herêma Kurdistanê. Li gor me di vî şerî de herêma Kurdistanê tê armanc kirin, lê pêwîste PKK wek partiyeke Kurdistana Tirkiyê çavê wê li herêma Kurdistanê be. Ji ber ev herême landik û dergûşa hewandina hemû hêzên Kurdistanê.’’

Osma Kerîm teqez kir, bê wîjdaniye bo PKKê eger bahaneyan bide Tirkiyê ku navçeyên herêma Kurdistanê bombebaran bike. ‘’PKK dikare hêzên xwe bibe nav axa Tirkiyê, li wê derê çiya û dol û gund pir zêde ne. dikarin kar û çalakiyan bikin. Lê mixabin PKKê bahane dane Tirkiyê û Kurdistan bûye armanca êrîşên leşkerî û bi sedan gundên me jî wêran bûn û hatin vala kirin.’’

Li gor wî parlamenterê YNKê: ‘’Qasê ez dizanim PKKê heta naha gundekî bakurê Kurdistanê jî azad nekiriye, lê hêza xwe li navçeyên me belav kirine û li gel artêşa Tirkiyê şer dikin. Eger giraniya xwe bixin tevgerê, dikarin li bakurê Kurdistanê şer bikin û vê belaya şer jî ji me dûr bixin.’’

Back to top button