Serokwezîrê Kurdistanê Mesrur Barzanî bi minasebeta koça dawî ya endamê polît buroya PDKê Roj Nûrî Şaweş peyameka sersaxiyê ragihand.
Peyama Serokwezîrê Kurdistanê:
“Bi xeme û xemgîniyeke kûr nûçeya koça dawiyê ya siyasetmedar, Pêşmergeyên aza, fermandar û têkoşerê Kurdistanê yê naskirî û endama Polîtburoya PDK Dr. Roj Nûrî Şaweys ez gelek xemgîn kirim.
Dr. Roj û malbata wî roleke wan a diyar û girîng di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de heye. Bi koça dawiyê ya Diktor Roj, gelê Kurdistanê têkoşerekî mezin û siyasetmedarekî bi ezmûn ji dest da. Di hemû erk û berpirsyariyên girîng ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê wergirtiye de, parêzvanekî bihêz ê mafên gelê Kurdistanê bû û nimûneya dilsoziyê bû.
Bi vê boneya xemgîn, pirse û sersaxiyê li Cenabê Serok Barzanî, serkirdatî û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê û li xwe û malbata xwedêjêrazî Diktor Roj ya birêz û têkoşer dikim.
Xwedêyê mezin giyanê wî bi beheştê şad bike û sebr û aramiyê bi hemûyan bibexişe.
Xebat û têkoşîna Dr. Roj her dem di bîranîna me de zindî dimîne.”