Polîtîk

YNK pişgirî dide referanduma serxwebûnê

Polîtburoya YNKê di serokatiya alîgirê yekem yê sekreterê giştî Kosret Resul û amadebûna hemû endamên bopît buroyê civînek li darxist.Li gora medya YNKê di civînê de biryara pişgiriya referandumê ji bo serxwebûna Kurdistanê hate girtin.Di vê derbarê de YNKê di daxuyaniyekî de ragihand ku: YNK herdem ligel mafê çarenivîsa netewa me ye, ji ber wê jî em tekez dikin ku di rewşek guncaw de em li Kurdistanê referandomê bi mafê demokrasî û yasayî yê gelê xwe dizanîn.”Herweha YNK dibêje:“Em li benda gelên Ereb, Tirkman û xelkê din ên Iraqê û herêmê ne jî, di bidestxistina vî mafî de piştgîriyê bidin gelê Kurdistanê.Wek din YNKê pişgiriya xwe ji bo hukumeta Kurdistanê jî di vê konaxa dijwar de daye ragihandin.

Back to top button