Civak

Hukumet ji bo çareseriya krîza ekonomî hewldide

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja  li bajarê Hewlêrê di civînekê de digel nûnerên rêxistinên civaka medenî yên Kurdistanê behsa rewşa giştî û kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê kir û ragehand ku, her meh dê tabloya dabeşkirina meaşan di ber çavan re derbas bikin û her zêdehiyek di dahatiniyê de çê bibe dê li ser meaşan bê zêdekirin.Di civînê de serokwezîr û cîgirê serokwezîr sedemên serhildana kirîza êkonomî û ew tedbîrên demkî û jineçarî ji bona derbasbûn ji wê rewşê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatine wergirtin bi hûrî zelal kirin û tekîd kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê di warê îdarî, darayî, aborî û tevaya sektorên din de çaksazî xistine warê piraktîkêNûnerên rêxistinên civaka medenî dîtin û pêşniyarên xwe ji bo çewaniya çareserkirin û derbaskirina rewşa herêma Kurdistanê pêşkeş kirin û çend kêmasiyên hikûmetê jî rexne kirin.

Di civînê de, ji bona beşdarîkirina rêxistinên civaka medenî di derbaskirin û çareserkirina kirîza darayî de ,  biryar hat dan di demek nêzîk de hikûmeta herêma Kurdistanê û rêxistinên civaka medenî WorkShopeke hevbeş saz bikin daku têbînî û pêşniyarên xwe tê de berçav bikin û bi awayekî organîzekirî pêşkeş bi hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.Serokwezîr û cîgirê serokwezîr bersiva pirs û têbîniyên beşdarên civînê dan û tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona derbaskirina rewşa dijwara herêma Kurdistanê di nava xebatên berdewam deye û ev qonx jî dê bi serkftî derbas bibe.

Back to top button