Serokê Giştî yê PAKê û Balyozê Yekîtîya Ewropayê yê Tirkîyeyê Li Amedê Hevdîtinek Pêk AnînSerokê nû yê Delegasyona Tirkîye yê ya Yekitîya Ewropayê ( Balyozê Nû ) rêzdar Hansjörg Haber jibo hevnasîna nûnerên hinek partî û dezgehên sivîl û jibo fêhm kirina nêrîn û pêşnîyarên wan yên di derbarê çareserkirina pirsgirêkan de li Amedê bû.Bi vê mebestê, li ser vexwendina Balyozê Yekitîya Ewropa yê Tirkîyeyê rêzdar Hansjörg Haber , Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û hinek nûnerên partîyên sîyasî , roja 11.02.2016an, li Amedê di şîvekêde bi rêzdar Hansjörg Haber re hevdîtinek pêk anîn.Rêzdar Hansjörg Haber anî ziman ku bi sedema nû destpêkirina wezîfeya xwe, hem jibo hevnasîna nûnerên hinek partîyan, hem jî jibo çareserkirina pirsa Kurd, pirsa demokrasîyê li Tirkîyeyê û pêvçûnên ku îro didomin de, nêrin û pêşnîyarîyên wan bistîne seredana Amedê kirîye.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jibo vê vexwendinê spasîyên xwe pêşkêş kir. Mustafa Özçelik got “Tirkîye 90 sal e, kar dike ku nexweşê weremê bi şirûbên kuxikê sax bike .Ev jî vê nexweşîyê girantir dike. Pirsgirêk pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye û li gorî vê teşhîsê divê jibo çareserîyeke mayînde, bernameyên demkî û yên esasî bêne tesbît kirin û gav bêne avêtin.’’Herweha Mustafa Özçelik got, ‘’Tecrubeya Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistanê, jibo çareserkirina pirsa Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê jî dikare bibe mînakek berbiçav. Mustafa Özçelîk got ‘’Di dîroka Dewleta Tirk de gelek mînak henin ku dewletê nikarîbûye bi tundî , êrîş , kuştin û wêrankirinê pirsgirêka Kurdan çareser bike, doza azadîyê ji holê rake.Ji ber vê yekê jî, ji alîyê dewleta Tirk ve careke din bijartina rêya şîdetê, hem bêsiûdî hem jî bêçareserîyes .Şerê ku PKK îro di nav bajaran de didomîne û sîyaseta xendekan jî ji doza azadîya Kurdistanê re xizmet nake , zerarê dide vê dozê.’’Mustafa Özçelik , anî ziman ku divê pevajoyek çareserîyê ya nû dest pê bibe. Divê hemû partî û hêzên sîyasî û civakî yên Bakurê Kurdistanê wek alîyêkî bibin mixatabê Dewleta Tirk û garantorên navnetewî jî bibin çavdêrên vê pêvajoyê. Mustafa Özçelik dîyar kir ku divê îro dû alî şer bê rawestandin û jibo maf û azadîyên Kurdan yên esasî bên bi dest xistin demildest gav bên avêtin . Û di vê mijarê de Yekîtîya Ewropayê dikare rolek mezin bilîze.Hevdîtina û xwarina ku li ser vexwendina Balyozê Yekitîya Ewropa yê Tirkîyeyê rêzdar Hansjörh Haber pêk hatî û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jî beşdar bûyî, du saet û nîvan berdewam kir. Hevdîtin di atmosfereke germ de derbas bû û bi hêvîyên berdewam kirina van dîyalogan, bi awayekî berhemdar bidawî hat. 12.02.2016Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025