Civak

YNK: Me dermanê Korona şandiye Rojhilatê Kurdistanê

Li nûçeyekê de YNK dibêje: Li rêya derbasgeha Navdewletiya Başmax me dermanê çareseriya virusa Korona gihandiye parêzgehên Kirmaşan û Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê.

Li beranber de Ali Javanmardi nivîsiye: Supaya Pasdaran piştî kuştina her têkoşerekî Kurdê Rojhilat peywendiyê bi malbatên wan ve dike û bi fêl û tika û gefan daxwazê ji wan dike bêdeng bin û li gel hîç ragihandinekê derve neaxivin. Ew jî wekî malbata şehîdê Hikumetê hesabê ji bo wan dikin û pere û maaş ji bo wan didin!

her wiha Ali Javanmardi bersîva YNK ya vê nûçeyê dide û dibêje: Niha ew taqima şeş kesî ya li nav YNK jî heman siyasetê peyrew dikin! Kekê me teror nekin û radestî dijmin nekin, em yarmetiya me naxwazin! Bila em wê jî deynîn cîhekê ku dermanê çareseriya Korona li Amerîka û seranserê cîhanê nehatiye dîtin û ne zelale mebesta wan ji dermana çareseriyê çiye?!

Back to top button