Yekêtî di bin guvaştinên Tirkyê de dû endamên xwe ceza dike
Yekêtiya Niştîmanya Kurdistanê (YNK) di bin zext û guvaştinên Tirkiyê de biryar daye dû endamên serkirdeyatiya xwe ceza bike. Wan her du endamên serokatiya YNKê beşdarî di kongreye bi navê Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNN) de kirîbûn û di wê kongreyê de gotarek pêşkeş xwendibûn.
Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNN) ku ji aliyê PKKê ve hatiye damezirandin û kar û çalakiyên xwe di bin kontrola PKKê de encam dide, li rojên 26-28 oktobera borî li Holendayê hatibû li darxistin û endamên serokatiya YNKê Aras Ebdulla û Cebar Ferman beşdar bibûn.
Li gor zanyariyên gehşitîna Bergeh, hikumeta Tirkyeyê daxwaz ji YNKê kiriye helwesta xwe li hember PKKê û ka çima nûnerên wê beşdarî di kongreya KNN de kiriye zelel bikin.
Ev daxwaziya Tirkiye di civîna Mekteba Siyasî ya YNKÊ de hatiye rojevê û gotubêj li ser hatiye kirin. Her di civînê de biryar hatiye dayîn ku, herdu endamên serokatiyê yên tevlî kongreya KNNê bûyin bêne ceza kirin.
Hinek çavkaniyên zana di di karûbarên YNKÊ de didin xûyakirin ku, YNK pratikê de wan ceza nake. YNK tenê ji bo bersiva daxwaziya Tirkiye bide ev biryar girtiye û herdu enda karû barên xwe di nava YNKê de wek berê berdewam dikin.