Polîtîk

Li Hewlêrê Serokwezîr û Balyozê Kanadayê civiyan

Li Hewlêrê, pêşwazî li Pol Gebard Balyozê kanadayê li Îraqê û Nancy Bergeron seroka ofîsa Kanadayê li Hewlêrê û şandeya bi wan re kir.

Gebard kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û rola Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê terorê bilind nirxand û behsa bername, çalakî û hevkariyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dike kir.

Şandeya Kanadayê tekîd li ser wê yekê kir ku Kanada bi giringî li wekhevî û beşdariya jinan di senterên biryardanê û pirsa hukimdariyê p lamerheziyê de dide,

Nêçîrvan Barzanî rewşa îro û qonaxa nû ya piştî hilbijartinên parlamentoya Îraq û Herêma Kurdistanê, vekirina rûpelek nû di têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê,  qonaxa rûbirûbûna DAÎŞê, piştevaniya Hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê ji şandeya mêvan re behis kir û rola Kanadayê di vê hevpeymaniyê de bilind nirxand.

Rewşa koçber û penaberan, pirsa pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêngavên erêniyên Herêma Kurdistanê yên di warê rewş û rola jinan de, têkeliyên navbera Kurdistanê û Kanadayê û rewşa herêmî bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.

Back to top button