YNK ji bo Tirkiye razî bike çalakiyên PKKê li devera xwe qedexe dike
Eve demeke hinek hevdîtinên ku di medyayê de cih nagirin navbera YNKê û Tirkiye de berdewamin. Tirkiye dixwaze YNK devera ku desthilate çalakiyên PKKê qedexe bike ûrê nedê PKKê. Piştî gelek hevdîtina Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji bona razîkirina Tirkiyê çalakiyên PKKê li devera ku di bin bandora xwe de qedexe dike.
Gelek cara YNKê hewldaye ku Enqere razî bike ku pêwendiyên baş deynin, lê ji aliyekî ve YNKê dixwest Tirkiye razî bike û ji aliyek din ve pêwendiyên stratejik li gel PKKê rêve dibiran. Heta radeyekî berpirsek yê YNKê di hevdînek li gel wezirê Derve yê Tirkiye de gotubû ku, biryara YNKê kestiye di destê PKKê de. Enqere hinek merc danine pêşiya YNKê , îro diexweyê YNKê wan mercan tîne cih.
YNKê di civînên nehînîde soz daye Tirkiye ku mercên wan bînin cih.Ji bo vê yekê cîgirê serokê hikûmetê û kurê Mam Celal, Qubad Talebanî biryar daye ku veca partî û dezgehên nêzîkî PKKê li devera Sêmaniyê û cihên wek devera kesk tê hesibandin, bên girtin û çalakiyên wan jî bên qedexekirin.
Ew fermana Qubad Talebanî dê di nav 24 saetan de pêk were û eger ew partî û dezgehên han di wê heyamê de çalakiyên xwe nedin sekinandin, dê bên cezakirin.
Yek ji wan partiyên siyasî yên ku bê mohlet li Silêmaniyê û devera Kesk kar dike, Tevgera Azadî ye ku tê gotin baskê PKKê yê Başûrê Kurdistanê ye.