PolîtîkRojev

YNK jî bi leyiztikên PKKê aciz dibe..

Rewşa PKKê li başûrê Kurdistanê dikeve pêvajoyek nûjen de. Mimkine gelek kes vê yekê nebînin, lê rastiya heyîna PKKê û komkirina çekdarên PKKê li başûrê Kurdistanê di çerçoveya projekî de ye û dibe sedemê aloziyên siyasî û civakî.

PKK eve demeke berê xwe daye PDKê û di medya xwe de şerek gelek dijwar li ser dezenfarmasyona hatî avakirin himber PDKê dikin. Herweha êrîşê pêşmergeyan dikin, ji berî demekî 5 pêşmerge şehid kirin. Lê wek tê zanîn PKK di çerçoveya projeyekî de şerê PDKê dike. Heta radeyekî hinek aliyên siyasî li başûrê Kurdistanê pişgiriya PKKê li dijê PDKê dikin.

Lê PKK ne tenê li ser PDKê, li ser hemû destkeftiyên başûrê Kurdistanê û li ser hemû aliyan tehdîdek mezine.

Dê di nava pêvajoyê de YNK û aliyên din jî vê yekê têbigihin, lê dikare dereng be.

Endamê rêveberiya YNKê Mehmûd Sengawî di hevpeyvîneke li gel kanala NRT de da xûyakirin ku, çekdarên PKKê li sînor bûne sedemê êş û jan û qaçaxçîtiyê dikin û li rawestgehan jî narawestin.

Sengawê dibêje: Çekdarên PKKê hin caran êrîşî hêzên pasdarên Îranê dikin û bahaneyan didin dest Îranê bo ku gefa topbarana navçeyên sînorê herêma Kurdistanê bixwen.’’

Sengawî amaje bi wê yekê jî kir ku naxwazin ligel PKKê bikevin şerê birakujiyê û got: ‘’Me ji PKKê re gotiye ku biçin li cîheke din xebat bikin û daxwaza mafên xwe bikin.’’

Tê zanin ku Sengawî kesayetek di serkirdeyatiya YNKê de wek pişgireke PKKê tê nasandin.

Back to top button