Nivîsar

Çaksazî di mejiyê siyasetmedara de pêwist e!

Gendeliya di nav mejiyê hinek aliyên siyasetê de heyî dibe sedemek ku xelkek ne ji bo serkeftina civakê yan jî destkeftiyên netewî kar dikin, ew di zawiya berjewendiyên xwe ve li bûyera dinêrin û dinirxînin. Her aliyek yan jî kesayetek di Kurdistanê de berjewendiyên xwe yê kesayetî bike bingehê siyaseta xwe , ew gendeliyê dike, di siyaseta xwe de ne dirûste.

Dara Bilek

Di civata kurdan de jî wek her civatê car care hinek pirs derdikevin pêş û li gora qonaxa ku ev pirs derdikevin holê têne gotubêj kirin. Îro di civata Kurdistaniyan de behsa gendeliyê, dizî û ne rastiya hinek dezgehan û kesayetan tê kirin. Her demî ji bo rakirina van pirsgirêkan hinek hewldan têne kirin û gav têne avêtin. Ev jî wek çaksazî di civatê te tê qebûl kirin.

Bê guman her aliyek pirsgirêkên di civatê de heyî li gora siyaseta ku rêve dibe gotubêj dike. Lê mixabin gelek cara dema rexneyek tê kirin, yan jî pirsgirêkek di civatê de tê gotubêj kirin, kesek behsa awayê çareseriyê nake, yanî bedîlê xeletiya nayê kifşkirin. Dema rexneyek hebe û tu behsa awayê çareseriyê jî nekî, ew rexne di hewa ve dimîne.  Piraniya caran jî rexne yan jî tawanbarkirin tenê ji bo mirov yê li himber xwe biêşîne jî tênekirin.

Hinek alî di civatê de hene xweyîkirina xwe bi pirsgirêkên di civatê de heyîn dikin. Dema pirsgirêkek çareser dibe pariyek ji nanê wan jî kêm dibe. Heta di civatê de ev cureyên kesayeta yan jî aliyan neyên tespît kirin çareserê jî zehmet dibe.

Di bingehê xwe de li Kurdistanê tevahî di siyasetê bi xwe de jî çaksaziyek bingehîn pêwist e. Siyaset jî xwediyê hinek prensîbaye û hinek taybetmendiyên siyasetek dirûst jî hene. Lê mixabin gendeliya di siyasetê de heyî di civakê de ewqas tuneye. Di bingehê xwe de gendelî û tevliheviya di siyaetê de heyî dibe sedemek ku di nava civatê de aramî têk diçe û anarşiyek di nava civatê de peyda dibe. Niha biçekî jî rewşa Kurdistanê eve.

Gendeliya di nav mejiyê hinek aliyên siyasetê de heyî dibe sedemek ku xelkek ne ji bo serkeftina civakê yan jî destkeftiyên netewî kar dikin, ew di zawiya berjewendiyên xwe ve li bûyera dinêrin û dinirxînin. Her aliyek yan jî kesayetek di Kurdistanê de berjewendiyên xwe yê kesayetî bike bingehê siyaseta xwe , ew gendeliyê dike, di siyaseta xwe de ne dirûste.

Gelek cara behsa rastiya nayê kirin, ji ber ku ew rastî li dijê berjewendiyên kesayetiye. Dema mirov siyasetê berjewendiyên xwe yê kesayetîre biguncîne ev dibe sedemê gelek pirsgirêkên civakî û hemû xirabî jî ji vê destpê dike.

Gelek girînge ku ji berî mirov behsa gendeliyê di nava civatê de bike, gerek herkesayetek ji serî heta binî xwe jî ber biçavre derbas bike. Ka gelo heta çi radeyê mirov bi xwe dibe sedemê pirsgirêkên civakî? Lê dema mirov xwe bide aliyekî û berjewendiyên xwe biparêze û behsa bûyerên rûdide bike, tu cara mirov nêzikî rastiyê nabe.

Gelek siyasetmedar hene wek robota ne, komanda wan destê hinekan de ye û ew çewe dixwazin wan bi kar tînin. Ji bo vê jî gelek cara reş sipî û spî jî reş didin xûyakirin. Gerek her insan taybetî kesên siyasetmedar ji berî her tiştekî gendeliyê di mejiyê xwe de safî bike, gerek ziyniyeta xwe ya  ku ji bo destkeftina berjewendiyên kesayetî hatî program kirin biguhere. Çaksazî pêwiste ji berî her tiştekî di mejî de be cih kirin û ew ziyniyeta serkaniya pirs û pirsgirêkên civakî û siyasî bê guhertin.

Siyasetmedar ewe ku, ya rastiya  bizanê bêje, rewşenbîr ewe bû ku, tu berjewendiyekî bifikirî bîr û baweriyên xwe bi pakijî birêjî da ku roniya wî bide civakê, hûnermend ewe ku hûnêrê xwe gelek bi ehlaqeq pakij bixê di xizmeta civaka xwe de. Ne ku hijêkirina civakê ji hûnêrê xwe re suistimal bike.

Nabe pênûsa nivîskara û rojnemevana di xizmeta hinek aliyan de zererê bide civakê û agirê fitnê geş bike.

Rastiya xwe bibînin, berjewendiyên civakê bidin pêş. Ji bo aliyên siyasî yên Kurdistanî berjewendiyên netewî girînge û gerek li ser hertiştekîre bê girtin. Pîvana her gava ku tê avêtin, bila berjewendiyên netewî be. Dê hinge gendelî ji hole rabe û civak bi xwe jî berûpêşvetir here.

6.7.2021

Back to top button