PolîtîkRojev

Serok Barzanî û Balyozê Rûsyayê rewşa navçeyê guftûgo dikin

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Elbrus Kutrashef Balyozê nû yê Rûsya li Iraqê û şandeke li gel da kir.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî û guhertinên siyasî yên li ser asta Iraq û Sûriye û navçeyê û gefên terorê de danustandina bîr û ramanan kirin û di derbarê şerê terorê de, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku nehiştina terorê hewleke hemû aliyeneya navdewletî pêwîste û bi pêwîst jî zanî ku hewlên ji bo ji navbirina terorê li Iraq û Sûriye hevdem û li gel hev da bê.

Her li vê hevdîtinê de gefên li ber proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li ser bandoriya rewşa Iraqê li ser aramiya navçeyê kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsya mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî hêviya serkeftinê li erk û çalakiyên Balyozê nû yê Rûsya li Iraqê de xwest.

Back to top button